Mesrûr Barzanî û Konsulê Misirê yê nû danûstandinan li ser pêşxistina peywendiyan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Misirê li Herêma Kurdistanê yê nû dike, destpêkirina karî lê pîroz dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 10.10.2024) pêşwaziya Konsulê Misirê li Herêma Kurdistanê yê nû Balyoz Mehmûd Farûq Yûsif kir.
Zêdebarî pîrozkirina destpêkirina karî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî piştevaniya xwe ji bo Konsulê Misirê yê nû pêxemetî pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de tekez kir.
Konsulê Misirê yê nû dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karî li Herêma Kurdistanê diyar kir û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistin û bihêzkirina peywendiyan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re diyar kir, xasma di warên weberhênan û lihevguhertina bazirganî û saxlemî û xwandin û geştyariyê de.
Di tewerekî din ê wê hevdîtinê de, danûstandin li ser amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatin kirin û tekez li ser birêveçûna wê piroseyê dûrî binpêkirin û tezwîr û sextekariyê hat kirin.