Mesrûr Barzanî bi parêzger û berpirsên kargêrî yên Hewlêrê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana avahiyê Parêzgeha Hewlêrê dike û bi Parêzger û berpirsên yekîneyên kargêrî yên Hewlêrê re dicive.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 10.10.2024) serdana avahiyê Parêzgeha Hewlêrê kir û bi Parêzger û cîgirên parêzgerî û berpirsên yekîneyên kargêrî yên Hewlêrê û sinorê parêzgehê re civiya.
Li destpêka wê civînê, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw kurtiyek li ser kar û çalakî û pirojeyên xizmetkarî yên sinorê parêzgeha Hewlêrê pêşkêş kir, ku bi piştgirî û piştevaniya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine bicihanîn.
Paşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kêşa ser giringiya pêgeh û taybetmendiya bajarê Hewlêrê wekî paytexta Herêma Kurdistanê û pilana hikûmetê ji bo zêdetir pêşxistin û avedankirin û avakirina Herêma Kurdistanê bi giştî û Hewlêra paytext bi taybetî.
Zêbarî destxweşiyê li Parêzgerê Hewlêrê û berpirsên yekîneyên kargêrî yên parêzgehê ji bo birêvebirina kar û erkên xwe, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser bilindkirina astê xizmetkariyan di hemî waran de li sinorê parêzgeha Hewlêrê kir û herwesa raspartin ku bi awayekî baştir û bê çi cudahiyek xizmeta welatiyan bikin.