Nêçîrvan Barzanî: Her dera PDK lê be ewlehî û avedanî lê heye

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê PDKê dibêje, “Dîrok û xebata PDKê pêxemetî gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve diyar û eşkere ye. Her dera PDK lê be, ewlehî û avedanî û avakirin lê heye.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 10.10.2024) li ser hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê peyamek parve kir û tê de amaje da, “Welatiyên ezîz, li roja 20ê Cotmehê dengê xwe bidin wê lîstê ya ku xizmeta we û Kurdistanê dike, dengê xwe bidin lîsta 190ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa got, “Dîrok û xebata PDKê pêxemetî gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve diyar û eşkere ye. Her dera PDK lê be, ewlehî û avedanî û avakirin lê heye, pêşkeftin û geşbûn heye. Li ber sîbera PDKê, ser û malên hemiyan parastî ne, xwediyên karan û kedkar bi xeyaleke asûde karên xwe dikin û ji kar, jiyana xwe, mal û zarokên xwe piştrast in.”

Herwesa ragehand, “PDK partiya kar û kiryaran e, partiya berpirsyarîtiyê ye ne ku partiya gotin û drûşmên betal e. Gotin û sozên bêbingeh hêsan in, hemî alî dikarin bikin, lê hemî alî wekî PDKê ehlê kar û kiryaran nînin. PDK kar û xizmetê li ser xelkî nake minet, xizmetkirin ji bo PDKê erk û şanazî ye ji ber ku PDK yanî xizmet, PDK yanî ewlehî, avedanî, jiyan û pêşkeftin.”

Herwesa ragehand, “PDK yanî parastina Kurdistanê û destkeftiyên wê, yanî misogerkirina pêkvejiyan û hevpejirandin û lêborînê. PDK bergiriyê ji mafên hemî pêkhateyên olî û neteweyî dike. Tevî hemî dijwarî û rêgiriyan, PDKê gelek destkeftiyên mezin ji bo Herêma Kurdistanê bi dest xistine û hêşta gelek jî maye bike.”

Tekez jî kir, “Çavê PDKê li bawerî û piştgiriya xelkê Kurdistanê ye, ji bo ku li ser kar û xizmetkirinê berdewam be û kêmûkasî û arêşeyan çare bike.”

Daxwazeke taybet jî ji welatiyan kir û got, “Welatiyên ezîz, ji bo ku kar û xizmet berdewam bin, ji bo ku arêşe bên çarekirin, ji bo parastina aramî û seqamgiriyê, ji bo berdewamiya pêşkeftin û serkeftinê û parastina Kurdistanê niha û li paşerojê, dengê xwe bidin lîsta 190ê ya PDKê.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li dawiyê jî got, “Bi aneha Xudê û îradeya gelê Kurdistanê, PDK bi ser dikeve û Kurdistan jî bi ser dikeve.”