Ziyad Reza: Li Silêmaniyê partiya desthilatdar ji windabûna dahatê berpirsyar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê ragihand, dahat wek ku tê xwastin nehatiye komkirin û partiya ku li wir deshilatdar e jî xwe kiriye şûna hikûmetê.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Ziyad Reza ji K24ê re ragihand: “Di destpêka avakirina kabîneyê hikûmetê ve, me li ser komkirina dahata navxweyî li hev kir, da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyan dabîn bike.”

Ziyad Reza got jî: “Mixabin dahata Silêmaniyê weke ku tê xwastin nehatiye komkirin û partiya deshilatdar jî xwe xistiye şûna hikûmetê. Rayedarên sînorê Silêmaniyê ji bo dabînkirina mûçeyên mehane yên karmendan, alîkariya hikûmetê nekirine.”

Amaje bi wê kir, “Ji ber kêmbûn û windabûna dahatê, projeyên xizmetguzariyê kêm bûne û gelek proje rawestiyane. Me weke Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê çend caran daxwaza dahata bajêr kiriye, lê mixabin ti kes alîkariya me nekiriye.”

Serokê Fraksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê got: “Carekê min 16 îmzeyên endamên encumenê kom kirin û radestî Serokê Encûmenê kir, lê heta îro jî me ti bersiv negirtiye ku wê demê Serokê Encûmenê ji min re gotibû, em ê di nava hefteyekê de hemû dahatê ji we re bînin.”

Herwiha got: “Eşkere ye ku dahata Silêmaniyê nakeve xizmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo xizmetkirina bê were kirin. Ji ber ku YNK li Silêmaniyê desthilatdar e, ew berpirsê nebûna xizmetguzariyê ne û divê welatî ji wê bipirsin çima xizmetguzarî nînin.”

 
Fly Erbil Advertisment