Li Rihayê 3 rojan qedexeya çalekiyan hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeriya Rihayê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku 3 rojan li tevahîya bajêr, hemû cure çalekî hatine qedexekirin.
Parêzgeriya Rihayê ragihand, ji îro 12.10.2024an demjimêr 23.59 ê pê de heta 15ê Cotmehê demjimêr 23.59ê hemû cure çalekî hatine qedexekirin.
Di daxuyaniya de hat aşkerekirin ku gumana çalekiyên li dijî yêkîtiya dewletê bêne derxistin heye, ev qedexe jî ji bo wê hatiye ragihandin.
Di çend rojên borî de, qedexeya çalakiyan li her yek ji Diyarbekir, Êlih û Şirnexê jî ji hatibû ragihandin.