Mesrûr Barzanî: Xizmetkirina malbatên şehîdan ên serbilind, bo me erk û şanazî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya Platforma Hêvî û Girnijînê de 540 xanî pêşkêşî malbatên şehîdan ên serbilind kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Merasîm li ser rasparde, ferman û rênimayên Serok Barzanî hatiye lidarxistin û cenabê wî herdem xwe bi deyndarê malbatên şehîdan ên serbilind dibîne. Ev jî dike ku hemû gelê Kurdistanê, em hemû deyndarê we bin; Xizmetkirina we erk û serbilindiya me ye.”

Li ser pêşkêşkirina 540 xaniyan ji bo malbatên serbilind ên şehîdan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ev li hember fedakariya ku we ji bo gel û welatê xwe kiriye, erkekî pir hindik e, ti tişt nikare qurbana we qerebû bike.”

Herwiha got: Em çi ji bo malbatên serbilind ên şehîdan bikin, kêm e.  Mixabin ji ber rewşa navxwe û navçeyê, dibe ku me nikarîbû wek pêwîst xizmeta we bikin, her çend e xizmetkirina malbatên şehîdan ên serbilind karê sereke yê hikûmet û me bûye, yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî bûye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Me hewl da ku çi ji destê me bê ji bo hêsankirina jiyana welatiyan, bi taybetî malbatên şehîdan ên serbilind, bikin, weke dabînkirina pêdiviyên tenduristiyê û dabînkirina derfetên xwendinê ji bo zarokên şehîdan ên serbilind.”