Mesrûr Barzanî: Me nêzî 200 dibistanên nû ava kirine û zêdetirî hezarên din jî nûjen kirine

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Di sala borî de me nêzî 200 dibistanên nû ava kirine û hezar û 600 ên din jî nûjen kirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 13.10.2024) di merasîmekê de, bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd, Komelgeha Perwerdeyî ya Barzaniyê Nemir vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Komelgeha Perwerdeyî ya Barzaniyê Nemir rewş û jîngeheke serdemiyane ji bo hezar xwendekaran dabîn dike.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa amaje jî da ku, di salên borî de nêzî 200 dibistanên nû ava kirine û zêdetirî hezar û 600 ên din jî nûjen kirine.