Mesrûr Barzanî: Tevaya binemalên şehîdan li Kurdistanê dibin xwediyên yekîneyên akincîbûnê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sozê dide ku, tevaya binemalên şehîdan li Herêma Kurdistanê dibin xwediyên yekîneyên akincîbûnê.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro (Yekşem, 13.10.2024) bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Pilatforma Hêvî û Girnijînê bi rê ve bir, herwesa 540 yekîneyên akincîbûnê pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Ez şanaziyê dibim ku îro di xizmeta binemalên serbilind ên şehîdan de bûm û me 540 yekîneyên akincîbûnê li ser wan parve kirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser berdewamiya parvekirina yekîneyên akincîbûnê li ser binemalên şehîdan kir û got, “Soz û peymana me ew e çi binemalên şehîdan li Herêma Kurdistanê nemînin ku yekîneyên xwe yên akincîbûnê nebin.”