Ji encamê êrîşeke dronî ya Hizbulahê bo ser Israîlê 3 serbaz hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji encamê êrîşeke dronî ya Hizbulahê bo ser kempeke meşq û rahênanên serbazî ya Israîlê li Heyfayê, 3 serbaz hatin kuştin û 67 serbazên din jî birîndar bûn.
Kanala 12ê ya Israîlî îro (Yekşem, 13.10.2024) parve kir, “Ji encamê êrîşeke dronî ya Hizbulahê bo ser kempeke serbazî ya Israîlê li Heyfaya bakurê wî welatî, 3 serbaz hatin kuştin û 67 serbazên din jî birîndar bûn. Herwesa ev wekî xwînelotirîn êrîş ji destpêka şerê Hizbulah û Israîlê ve tê pênasekirin.”
Ji aliyekî din ve Hizbulahê di ragehandinekê de amaje da, “Êrîşa dronî ya li ser bajarê Bînyamîneyê yê başûrê Heyfayê, ku kempeke meşq û rahênanan a artêşa Israîlê lê bû, hejmareke kuştî û birîndaran jê peyda bû.”
Li dû rojnameya Israel Today, amûrên haydarkirinê berî keftina dronan li wan deverên ku hatine armanckirin kar nekiriye.
Radyoya Artêşa Israîlê jî ji zarê çavkaniyeke serbazî ragehand, sîstema bergiriya asmanî ya wî welatî nekariye wan dronan destnîşan bike, herwesa lêkolîn jî ji bo zanîna sedema wê berdewam in.
Herwesa Radyoya Artêşa Israîlê ji zarê çavkaniyeke serbazî tekez kir ku, Hizbulah di rakirina sîstema bergiriya asmanî ji bo dapoşîna dronan de serkeftî bûye.