Postê qayimqamiyên her sê qezayên parêzgeha Kerkûkê bi Ereban tên dan

Hesen Mecîd
Hesen Mecîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Rûniştina Civata Parêzgeha Kerkûkê bi tevlîbûna aliyên pêkîner ên Hikûmeta Xwecihî tê kirin. Karnameya wê jî ji dengdana li ser Cîgirê Parêzgerê Kerkûkê û peyrewê navxwe yê Civata Kerkûkê û hilbijartina sê qayimqaman ji bo qezayên Bubz, Daqoq û Hewîceyê pêk tê.

Biryar e îro (Duşem, 14.10.2024) seet 12:00 ê nîvro rûniştina Civata Parêzgeha Kerkûkê bi tevlîbûna aliyên pêkîner ên Hikûmeta Xwecihî bê kirin. Karnameya wê jî ji dengdana li ser Cîgirê Parêzgerê Kerkûkê û peyrewê navxwe yê Civata Kerkûkê û hilbijartina sê qayimqaman ji bo qezayên Bubz, Daqoq û Hewîceyê pêk tê.

Serokê Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Civata Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ji K24ê re ragehand, “Divê 48 seetan berî rûniştina Civata Parêzgehê karnameya rûniştinê li cem me be, lê çi tiştekê girêdayî wî warî negehiştiye me.”

Hesen Mecîd herwesa got, “Vê sibehê bernameya karî li komê parve kiriye ku seet 12:00 ê nîvro rûniştina civatê tê kirin, ew karnameya hatiye diyarkirin em pê nehatine haydarkirin, ku îro deng li ser peyrewê navxwe tê dan. Em nizanin çawa ye ji ber ku çi nivîsar li ser wî peyrewî negehiştine destê me.”

Navbirî amaje jî da, “Em vê yekê dipirsin; Cîgirê Parêzgerî ji Tirkmenan re hatiye danan, di demekê de ku wan boykot kiribû. Herwesa em nîgeran in ku li Kerkûkê sê qeza hene û her sê qayimqam bi Ereban bên dan, ev ne pêkvejiyan û hevsengî ye.”

 
Fly Erbil Advertisment