Nêçîrvan Barzanî: Dîrokeke PDK û Barzanî ya taybet bi Silêmaniyê re heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê beşdarî kernevala serxistina lîsteya PDKê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de got: “Ez gelek kêfxweş im ku li Silêmaniyê bi we re dicivim, her cara ku ez têm Silêmaniyê, ne tenê bîranînên xizm û welatiyên xwe, pêwendiyên dêrîn ên PDK û Barzaniya nemir jî bi bîr tînim. “Têkiliya me bi Silêmaniyê re têkiliyeke têkoşîn û hevkariyê ye. Pêwendiyên me bi Silêmaniyê re, pêwendiyên xebat û hevkariyê ne.”

Herwiha got: “Ev têkilî di serdema Şêx Mehmûd û Şêx Ehmed Barzanî de çêbûye, di salên 30'an de Barzanî û hevalên wî ji aliyê paşatiyê ve bo bajarê ezîz Silêmanî hatin sirgûnîkirin, lê Silêmanî bû penageha Barzanî û hevalên wî.”

Cîgirê Serokê PDKê  got jî: “Mezinên Silêmaniyê, xelkê zehmetkêşên vî bajarî ne, hembêza xwe ya Kurdistanî ji Barzanîyan re vekirin, xortên rêzdar ên Silêmaniyê canê xwe kirin mertal bo parastin û rizgarkirina Barzanî. Mala Barzanî heta niha jî li taxa Melkendî ya Silêmaniyê maye.”

Herwiha tekez kir, Barzanî ji ber hezkirina Silêmaniyê, bi Silêmaniyê re peywendiyên xizmtî û malbatî ava kiriye. Piştî ku ew di sala 1958an de ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya, bi lez hat Silêmaniyê û li mala Şêx Letîf Hefîd ma, ji bo xwe bigihîne xelkê Silêmaniyê û têkiliya xwe ya xweşewîstiyê bi wan re nû bike.

Nêçîrvan Barzanî got, PDK û Barzanî dîrokeke wan a taybet bi Silêmaniyê re heye, ji ber wê jî ti aliyek nikare têkiliya xwe bi Silêmaniyê re qut bike, xelkê Silêmaniyê û derdora wê welatparêz, kurdperwer û azadîxwaz in û li dijî hikûmeta Bexdayê alîkariya Barzaniyan kir.

Herwiha got: “Hûn dilsoz û berxwedêr in, we her tim ji bo partîbûna xwe bedelên mezin dane, gelek zextên derûnî kişandine, hûn ji hemû îmtiyaz û xêra vê herêmê bêpar mane, niha jî hûn nimûneya van têkliyên dîrokî ne.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, armanca PDKê hertim ew e ku li Herêma Kurdistanê hikûmet û desthilateke niştimanî hebe û bê cudahî xizmeta hemû deverên Kurdistanê bike.

Got jî: “Xelkê vê deverê gelek bedel dane aliyên siyasî, lewra PDK hewl dide êdî xelk nebe armanca nakokiyan û qurbaniyên aliyên siyasî, gelê me hêjayî baştirîn jiyan û aramî û xweşguzariyê ne.”

 

 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment