Nêçîrvan Barzanî: PDK ti carî ji berpirsiyariyê nereviyaye û nareve

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di ahenga cemawerî ya PDKê li Silêmaniyê de got: “PDK ti carî ji berpirsyariyê nereviyaye û nareve.”
Cîgirê Serokê PDK Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê beşdarî kernevala serxistina lîsteya PDKê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû û di gotarekê de got: “PDK tu carî ji berpirsyariyê nereviyaye û nareve, ji ber ku kar û xizmet erkê PDK’ê ye û ti minet tê de nîne.”
Nêçîrvan Barzanî got: “PDK ji roja damezrandina xwe ve, karwanek şehîd û qurbanî ji bo Kurdistanê û azadiya gelê xwe pêşkêş kiriye. Îro jî bi serbilindî daxwaza xebat û xizmeta zêdetir dike, ji bo pêşketina Kurdistanê, ji bo pêşketina vê herêmê, daxwaz ji xelkê vê herêmê dikim dengê xwe bidin lîsteya 190 ya PDKê.”
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, armanca PDKê hertim ew e ku li Herêma Kurdistanê hikûmet û desthilateke niştimanî hebe û bê cudahî xizmeta hemû deverên Kurdistanê bike.
Got jî: “Xelkê vê deverê gelek bedel dane aliyên siyasî, lewra PDK hewl dide êdî xelk nebe armanca nakokiyan û qurbaniyên aliyên siyasî, gelê me hêjayî baştirîn jiyan û aramî û xweşguzariyê ne.”