ENKS: Li Efrînê 2 welatiyên Kurd ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 welatiyên Kurd revandin.

Pêgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) belav kir, grûpên çekdar ên ser bi “Artêşa Niştimanî” ve, 2 welatiyên Kurd ên Efrînê yên bi navên Nûrî Henan Husên û Hesen Mistefa Sîdo revandin.

Da zanîn, ew her du kes ji aliyê grûpa “Polîsa Leşkerî” ya ser bi Tirkiyeyê ve ber bi cihekî ne diyar ve hatine birin û çarenivîsa wan nediyar e. 

Amaje bi wê jî kir, kiryarên grûpên çekdaran ên wek revandina welatiyan û ferzkirina bacên mezin li ser welatiyan li Efrînê berdewam im, bêyî ku civaka navdewletî sînorekê ji van kiryaran re deyne.