Serok Barzanî: Karê yekê yê Perlemana bê nivîsîna destûrî ye

Serok Barzanî: 20ê Cotmehê dengê xwe bidin lîsta 190ê ji bo ku Herêma Kurdistanê di destekî emîn de bimîne

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Zêdebarî bixêrhatina cemawerê amadebûyî, Serok Barzanî di kernevala cemawerî ya PDKê û piştevaniya lîsta 190ê de li yarîgeha Franso Herîrî di gotara xwe de got, “Cemawerê têkoşer û xweragir, hûn hemî bixêr bên. Amadebûna we cihê şanaziyê ye, hêviyan û hêzê pêşkêş dike. We nîşan da û selimand ku PDK ha ev e.”

Serok Barzanî herwesa got, “Şanaziyeke mezin e îro Kurdistan gehişt qonaxekê ku gelê Kurdistanê bi hilbijartinan û bi raya xwe awayê desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê destnîşan dike. Ev serkeftineke mezin e û destkeftiyekê mezin e jî. Îro roja dawiyê ya bangeşeya hilbijartinan e, divê berî du salan ev hilbijartin hatibam kirin, lê hin aliyan her asteng çê dikirin û xwe vedidizî, bi xeyala xwe dê bi hilbijartinên pêşwext dîzaynkirî PDKê bişkînin.”

Herwesa amaje da, “Li cem tevan ron e ku PDK xwediya hizira hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ye, li Newroza Serhildana 1991ê min daxwaz kir ku divê hilbijartin li Kurdistanê bên kirin, ji bo ku em ji rewatiya şoreşgerî derbazî rewatiya destûrî bibin û hilbijartin bên kirin û gel raya xwe bide. Spas ji bo Xudêyê mezin û we yên têkoşer, herr ji hilbijartinên yekê heta yên dawiyê PDK ya yekê bû û ji niha û pê de jî dê her ya yekê be.”

Ron jî kir, “Tevî sinorşkandina hin kes û aliyan ji bikaranîna zimanê zivir û peyvên nehejî, lê me xwe ragirt. Ez spasiya hemî dezgehên PDKê dikim ku nehatin wî astê nizim ê ku hin kesan dixwest PDKê rakêşin nav.”

Amaje jî da, “Dema ku hin biryar li Bexdayê bi rêya hin aliyên navxwe yên Herêma Kurdistanê derkeftin, ji bo hilbijartinekê ku wekî min got pêşwext dîzaynkirî, PDK razî nebû û qebûl nekir. Tevî ku paştir guhertin bi ser da hatin, lê hêşta bi awayî nebû yê ku me dixwest, lê ew pilana wan nexşe jê re danabû ser negirt.”

Herwesa got, “Erkê ser milên her kesekê PDKyî, her alîgir û dostekî, her Kurdekî dilsoz, her Pêşmergeyên qehreman û her kitekesekî hêzên ewlehiyê ye ku, li roja 20ê Cotmehê ew û kesûkarên xwe biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsta 190ê, ji bo ku Herêma Kurdistanê di destekî emîn de bimîne.”

Tekez jî kir, “Erkekê giran li ser milên Perlemana bê ye, lewma pêdivîtî bi xelkî ye ku bi gel û niştîman re dilsoz be, ji bo vê herêmê dilsoz bin û ji bo xwîna şehîdan wefadar bin. Karê Perlemana bê yê yekê nivîsîna destûr ye, edilandina hin qanûnan e, derxistina hin qanûnên din e, nehêlana şûnwarên wan pilan û biryaran e yên ku li dijî Herêma Kurdistanê derkeftine û xwest qewareya Herêma Kurdistanê nehêlin û têk bidin.”

Li ser pêngavên piştî hilbijartinan jî got, “Hez û daxwaziyên xelkê Kurdistanê dibin bernameya kabîneya bê, ku xizmetkariyên zêdeitr, ewlehî û seqamgiriya zêdetir û sivikkirina barê li ser milên xelkê Kurdistanê ye. Herwesa piştî hilbijartinan nabe ku ev gêleşok li Kurdistanê bimîne. Divê yek herêm, yek perleman, yek hikûmet û yek hêza Pêşmerge hebe. Herwesa bidawîanîna hevpeymaniya mafya û terorê, ya ji hemiyan giringtir jî bidawîanîna bazirganî û çêkirina madeyên hişber ku li ser paşeroja vî miletî mezintirîn metirsî ye, herwesa mezintirîn xiyanet e li beranberî vî miletî tê kirin.”

Di pareke din a gotara xwe de jî got, “Bila em berê xwe bidin drûşman, drûşmê PDKê, drûşmê partiyekê ye ku hest bi berpirsyarîtiya xwe ya dîrokî li beranberî gel û niştîmanî dike; Aram û Avedanî, Bihevrebûn û Xweragirî. PDK ji bo xizmetkirina Kurdan û Kurdistanê rê ye. Bila em berê xwe bidin aliyên din ên siyasî jî bikin, ku rakirin û derxistin û nehêlan e, bi Xudê ew bi xwe jî dizanin ku wan pê çê nabe û nikarin. Drûşmên wan ne ketwarî ne û ew bi xwe jî dizanin ku nikarin. Gotinên qebe û sozên bêbingeh hêsan in, lê şert kiryar e, lewma jî PDK partiya kiryaran e ne gotinan. Berê xwe bidin wan kabnîeyan jî ên ku PDKê serokatiya wan kiriye, her ji sala 1992ê heta îro ji xizmetkariyan zêdetir tiştekî din nebûye. Rast e ku şaşîtî hatine kirin lê, yê ku kar neke şaşîtiyan nake, yê ku kar jî dike şaşîtiyan dike. Lê ew xizmeta pêşkêşî xelkê Kurdiatanê hatiye kirin, minet tê de nîne lê ji bo me cihê şanaziyê ye.”

Serok Barzanî daxwaziyeke heft xalî arasteyî partiya xwe kir û got, “PDK çi demekê ji berpirsyarîtiyê netirsiyaye û nereviye, daxwaza min ji hevalên PDKyî ev e:

Yek: Dema xwe bi bersivdana peyvên sivik û helestên sivik winda nekin.

Du: Bala xwe bidin ser çawaçawaniya parastina Herêma Kurdistanê û parastina azadî û demokrasiyê.

Sê: Avakirina jêrxaneyeke bihêz ji bo Herêma Kurdistanê.

Çar: xizmetkariyên zêdetir ji bo xelkê Kurdistanê.

Pênc: Giringiyeke zêdetir bi kertê perwerde û tendirustiyê bidin.

Şeş: Ji bo mezinkirina canê biratî û tebayî û bihevrebûna hemî netewe û dîn û mezheban kar bikin.

Heft: Derfeteke berfirehtir ji bo jin û ciwanan peyda bikin ku rolê xwe baştir û zêdetir bibînin.

Herwesa got, “Ez piştrast im xelkê Kurdistanê şiyar e û gelek jî zana ye, dizanin dengê xwe bidin kê; bidin wî yê ku Kurdistanê diparêze yan jî bidin wî yê ku Kurdistanê difiroşe.

Di pareke din a gotara xwe de amaje da dema bidawîhatina bangeşeya hilbijartinan û got, “Dema bidawîhatina bangeşeya hilbijartinan bi bîranîneke tal û karesateke neteweyî re hevdem e ku ew jî 16ê Cotmehê ye. Çawa ku we yên xweragir li roja 25ê Îlonê nehêla îradeya gelê Kurdistanê bişkê, çawa li roja 20ê Cotmehê Pêşmergeyan karî pilana dagirkirina Herêma Kurdistanê li Pirdê bişkînin, çawa ku Pêşmergeyan li Shiêla xewna dagirkirina Kurdistanê li dijminan kir xewnek ji bo gorî, bi wê îradeyê, bi wê coşê û dilgermiyê, bi wê hêviyê, li roja 20ê mehê herin ser sindoqên dengdanê û xwe neçemînin, Pêşmergeyên qehreman bi xwîna xwe Kurdistan parast, hûn jî li roja 20ê mehê, dastana Xwakurkê, dastana Korê, dastana 25ê Îlonê, dastana Pirdê, dastana Sihêla bînin bira xwe û bi tiliyên xwe Kurdistanê biparêzin.

Li ser rewşa Rojhilata Navîn jî got, “Em di demekê de diçin nav piroseya hilbijartinan ku dever di rewşeke aloz û hestyar de ye, em bi biraderên Bexdayê re mijûl in bi hemî awayan ku Îraq bi awayekî giştî û Herêma Kurdistanê bi awayekî taybetî nekeve nav wî agirê ku heye û hemî hêviya me ew e ku hemî alî penayê bibin ber diyalogê û bi awayekî aştiyane arêşeyan çareser bikin, lê tevî wê yekê jî erkê berpirsyarên Bexdayê û Herêmê jî ye ku bizavê bikin Îraq û Herêma Kurdistanê nekevin nav wî agirî.”

Li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê jî got, “Helbet niha peywendiyên PDKê bi piraniya herî zêde ya partiyên Erebî, çi yên Şîe çi jî yên Sine, peywendiyên baş in û di astekî baş de ne û navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê heta radeyekî zêde hevfêmkirin çê bûye û rêya çarreseriya arêşeyan daye ber xwe û bi rêzdar Serokwezrî Sûdanî re hevfêmkirineke baş heye û em hêvîdar in ku piştî van hilbijartinan, hemî arêşeyên ku hene bên bnibir kirin û çarekirin.”

Amaje jî da, “Em bi çareseriyê re ne lê qet û qet em destan ji mafên xwe nakin. Çend bingeh hene ku piştî herifîna rijêma Beis me li ser wan bingehan li hev kiriye, lê mixabin kar pê nakin, hevparî û hevsengî û hevdengî, destûr heye û lihevkirina siyasî jî heye. Eger kar bi van bê kirin, çi arêşe di navbera Hewlêr û Bexdayê de namînin.”

Li ser peywendiyên bi welatên deverê re jî got, “Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên herêmî re jî baş in û ber bi başiyê ve diçin, em bi wê yekê re nînin ku me bi çi alî û dewletekê re arêşe hebin, lê em xwediyên biryara xwe ne, em biryara xwe nadin destê çi kesekî.”

Li ser lihevkirina serbazî ya Îraq û Amerîkayê jî got, “Metirsiya terorê hêşta heye, lewma em hêvîdar in Bexda bi hevpeymanan re bigehe lihevkirineke birêkûpêk, ji bo ku berdewam ew alîkarî û hevahengî hebe da ku careke din DAIŞ nekare serê xwe rake.”

Herwesa behsa malbatên şehîdan kir û got, “Du mijar hene ez dixwazim amajeyê pê bidim, di kernevala roja 12î mehê de li Dihokê, mala Xudê ava li wê derê dilê dostan geş û yê dijmin û nehezan re jî bû. Mijara din jî, berî yek du rojan, Serokê Wezîran bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re, 554 apartman li ser malbatên şehîdên şerê DAIŞê parve kirin. Ev erk e, erkê hikiûmetê ye, erkê partiyê ye, erkê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye û her tiştekê em ji bo şehîdan bikin kêm e, lê yak u ji bo min gelek gelek giring bû ew bû ku bê cudahî ew şiqe li ser malbatên hemî şehîdan hatin parvekirin, bê ku bibêjin ev PDKyî ye an YNKyî yan ê din e. Ev PDK ye, ev rêbaza Barzanî ye, şehîd pîroz in, şehîd taca serê me ye.”

Herwesa got, “Gelî hevalên, bila morala we bilind be, hêviya we zêde be, baweriya we neguher be, serkeftin her ji bo rêya rast e, roja 20ê Cotmehê jî bersiva hemî nehezan bidin.”

Herwesa ragehand, “Ez spasiya hemî dezgehên partî, hikûmî, leşkerî û ewlehî û hemî xwebexşan û herwesa hemî wan xûşk û birayên ku zehmet kêşaye dikin. Vê mehê xwe gelek gelek westandiye, amadekariyên gelek gelek birêkûpêk ji bo van hilbijartinan kirine. Ez destxweşiyê li wan dikim, spasiya wan dikim, herwesa ez spasiya Komisyonê jî dikim ku bi gotina birader û hevalên me, heta niha karê xwe birêlûpêkî kiriye. ez hêvîdar im her wesa berdewam bin û nehêlin çi aliyekî din desttêwerdanê di hilbijartinan û encamên hilbjartinan de bikin.

Serok Barzanî: Silav li Kerkûka ducar firotî

Serok Barzanî di dawiya gotara xwe de got, “Em silavan ji bo canê pakij ê şehîdan dişînin, silav ji bo malbatên şehîdan, silav ji bo Pêşmerge û hêzên ewlehiyê, silav ji bo dar û ber û xelkê Kurdistanê, silav li Kerkûka ducar firotî, silav li Silêmaniyê, silav li Helebceyê, silav li Dihokê, silav li Hewlêra paytext, sembola hevpar a gelê Kurdistanê, Hewlêr her Hewlêr e. Pişta me bi Xudayê mezin qayim e û bi hîmeta we em her ber bi pêş ve diçin, em xwe naçemînin û em bi ser dikevin.”

Herwesa got, “Li dawiyê ez pirsyarekê ji aliyên din dikim, hûn û wijdana xwe, hûn Xudayê xwe, eger hûn li cihê PDKê bûban, we dê çawa serederî bi partiyê re kiriba?

Herwesa ragehand, “Her bijîn, her bijî Kurd û Kurdistan, her bijîn hûn ên rêzdar. Hindî hûn piştevanên PDKê bin, PDK jî li pêşiyê be û her ber bi pêş ve diçe.”