Lahur Şêx Cengî: Eşkere bûye kî bazirganiyê bi madeyên hişber dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Lahur Şêx Cengî dibêje, “Ji bo hemî aliyan eşkere bûye kî ne yên ku bazirganiyê bi madeyên hişber û kelûpelên qedexekirî dikin.”
Serokê Lîsta Bereyê Gel û Hevserokê Berê yê YNKê Lahur Şêx Cengî êrîşeke tund kir ser Bafil û Qubad Talebanî û tekez kir, “Niha ew her du bira keftine canê bajarê Silêmaniyê, heta dest xwe dadinin ser çiya û dol û nihalên bajarî jî û wan jî diforşin.”
Lahur Şêx Cengî herwesa got, “Niha ji bo hemî aliyan eşkere bûye kî ne yên ku bazirganiyê bi madeyên hişber û kelûpelên qedexekirî dikin. Bi rojê behsa Kurdîniyê dikin, bi şevê jî kurên parçeyên din ên Kurdistanê ji bo kuştin û sêdaredanê didin destê welatên cîran.”
Serokê Lîsta Bereyê Gel û Hevserokê Berê yê YNKê tekez jî kir, “Min wesa zanî kurên Mam Celal in, derket ne tenê zeviyan belkî niha çiya û bilindahî û giran jî dagir dikin û difiroşin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Qaçaxçîtiyê bi derman û madeyên hişber û hêkan û hemî xwarinên xirab dikin, dilê wan bi jiyana xelkê Silêmaniyê û vê deverê û hemî Herêma Kurdistanê ve nîne.”
Lahur Şêx Cengî herwesa got, “Ew pereyê ji Silêmaniyê û xelkê Silêmaniyê tê dizîn, li welatên derve tê bindestkirin. Niha dîrok şahid e, xelk jî şahid e, Silêmanî û hemî Kurdistan şahid e, kî ne yên ku ji bo dewletên cîran bazirganiyê bi serê lawên Kurdistanê dikin, kî ne yên ku bi navê Kurdîniya sexte û ji derew bi rojê behsa çar parçeyên Kurdistanê dikin û bi şevê jî Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê wekî êxisîr radest dikin û serederiyê pê re dikin.”
Serokê Lîsta Bereyê Gel û Hevserokê Berê yê YNKê herwesa got, “Kî ne yên ku nexweşxane û dibistanên Silêmaniyê bi kompaniyên xwe difiroşin? Xelk dizane.”