Behzad Xosrewî: Bi fermana Bafil Talebanî ez radestî Îranê hatim kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser dosyaya endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK) Behzad Xosrewî daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser navê Asayişa Silêmaniyê û bi fermana Serokê YNKê, Behzad Xosrewî radestî Komara Îslamî ya Îranê kir û agahdariya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ji vî karî nîne.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: “Ev demek e Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) saziyên hikûmetê li Silêmaniyê bi biryara partîtî birêve dibe û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê ji reftarên neyasayî yên serkirdetiya YNKê û saziyên wan ne berpirs in.”

Ciwanê kurd ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ku berî demekê ji aliyê YNKê ve radestî îstixbarata Îranê (Îtlaat)ê hatibû kirin, ji Îranê reviya û xwe gihand Tirkiyeyê û ji wê derê jî her tişt aşkera kir.

Behzad Xusrewî di hevpeyvînekî li gel rojnamevanê Rojhilatê Kurdistanê Elî Cewanmerdî de, ku demekî berî naha ji aliyê asayîşa YNKê ve ew radestî Îranê hatibû kirin, her tişt aşkera kir û ragehand: “Li Silêmaniyê ez birim bo asayîşê û di odeyekî de pir li min dan, çend caran ez ketim erdê û dijûn li min û dayîk û bavê min didan û îqame ango karta niiştecîhiya min ji min standin. Li min dan û perasûyên min şikandin, difna min şikandin.’’

Herwiha got: “Kesekî li asayîşê bû ku navê wî Bemo bû û ferman derxist ku min îşkence bikin, piştre jî digot we çima wiha li vî kiriye? Min daxwaz li wan wan rihmê li dayîk û xwîşka min bikin û bihêlin ez biçim gel wan, lê nameyek anîn bi zorê bi min dan îmza kirin û ez deport ango derkirim bo Îranê.’’

Derbarê deportkirinê de jî got: “Ez kelepçe kirim û li gel Şaho Ehmedzade ku xelkê Merîwanê ye, em xistin mînîbûsekî spî de û hin kesên din jî li gel me bûn, em birin aliyê din bo Kirmaşanê û em radestî Îranê kirin. Li Kirmaşanê em dane Îtlaatê, kaxezek bi me dane îmzakirin, Şaho şandin Merîwanê û ez jî şandim Îtlaata Sine. Li Îtlaata Sine îşkence li min kirin û wek terorîst ez tometbar kirim.”

Derbarê wê tomara vîdeoyî ya ku ji aliyê Îranê ve di berjewendiya YNKê û paqij derxistina YNKê ya ji wê xiyanetê hatiye belav kirin de jî Behzad Xusrewî got: ‘’Vîdeoya yekem li Îtlaatê ji min re gotin ku emê vîdeoya te bikşînin û 15 heta 20 caran vîdeo girtin û gotin bibêje li asayîşa YNKê ti kesî li min nedaye û Hizba Demokrata Kurdistan – Îranê pişt da min û xwedî li min derneket û wan gotinan bike û ez jî naçar bûm bi gotina wan bikim.’’

Herwaha got: ‘’Îtlaata Sine ji min re got emê te bi mercekî azad bikin ew jî tu hevkariyê li gel me bikî û gotin divê tu du rêveberên Hizbar Demokratê bi me binasînî, min jî gote wan ez ti kesî nasnakim.’’

Behzad Xusrewî got; Carekî din jî Îtlaatê gef li min xwar û nargîle dan destê min û vîdeoyekî din tomar kirin û gotin em çi dibêjin wê bibêje.’’

Behzad Xusrewî diyar kir: ‘’Piştî ku ti belgehek li dijî min nekarî biselmînin ango îspat bikin, li Îranê ez bi merc azad kirim û ez jî reviyam û naha li Tirkiyê me.’’