Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge gelek qurbanî dane û bi xwîna xwe xaka Kurdistanê parastiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di merasîma 29emîn Xuleya Perwerdeya leşkerî ya li Zaxoyê de got: “Pêşmerge ji bo parastina doza welatiyên xwe, ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê ti carî serî li ber dijmin neçemandiye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Zaxoyê di 29emîn Xuleya Perwerdeya leşkerî de gotarek pêşkêş kir û got: “Perwerdeya we di vê xuleyê de ji bo xebat û tekoşînê ye, ji bo parastina milet û Kurdistanê ye, lewra derçûna we ya îro ne qedandina xwendinê û wergirtina bawernameyê ye, belkî îro xizmet û erkê we bi saziyên hikûmetê re û xizmeta Kurdistanê dest pê dike.”
Nêçîrvan Barzanî got: "Ev erkê we, ji me hemûyan re şanaziyeke mezin e. Peyama neh mehên rahênan û fêrbûna we, ezmûnek dewlemend e ku we wergirtiye, da ku hûn îro xizmeta welatê xwe bikin.”
Herwiha got: “Bawernameya we ne tenê destkeftek akademîk e, bawernameya we peymana rûmet, sembola dilsoziyê û emaneteke mezin e ji bo xizmetkirina gel û welatê xwe. Nîşandana a,adehî û şiyana we ji bo xatirê welat, rizgariya gelê Kurdistanê ye.”
Amaje bi wê kir: “Hêzên Pêşmerge gelek qurbanî dane û bi xwîna xwe xaka Kurdistanê parastiye. Pêşmerge ji bo parastina doza welatiyên xwe, ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê ti carî serî li ber dijmin neçemandiye.”
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Em spasiya Herêma Kurdistanê digihînin hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku di şerê li dijî DAIŞê de piştevaniya hêzên Pêşmerge kir. Alîkariya wan a ji bo Pêşmerge û artêşa Iraqê, stratejî û diyarker bûye.”
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Em di wê baweriyê de ne ku DAIŞ hîn jî metirsî ye li ser asayîşa Iraq û navçeyê, ji ber wê jî gelek giring e û divê berdewam hevkarî di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de hebe.”