Mesrûr Barzanî: Heta dawiya 2026ê kareba 24 seetî bo seranserî Kurdistanê tê dabînkirin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Pirojeya Ronahiyê yek ji giringtirîn pirojeyên xizmetkarî yên ji bo welatiyên xweşevî yên Herêma Kurdistanê ye, ku merema me ew e heta 2026ê kareba seranserî Herêma Kurdistanê bikin 24 seet.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Pêncşem, 17.10.2024) serdana taxa Şadiyê ya bajarê Hewlêrê kir û pirojeya Ronahiyê ragehand.

Piştî ku temaşeyî rewşa karebê li çend mal û cihên bazirganî li taxa Şadiyê kir, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir tê de got, “Pirojeya Ronahiyê yek ji giringtirîn pirojeyên xizmetkarî yên ji bo welatiyên xweşevî yên Herêma Kurdistanê ye, ku merema me ew e heta 2026ê kareba seranserî Herêma Kurdistanê bikin 24 seet.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Berî sê mehan dest bi bicihanîna vê pirojeyê hat kirin, taxa Şadiyê ya Hewlêrê hat hilbijartin û kareb bû 24 seetî. Îro jî min serdana wê taxê kir û xelkê wê gelek ji wê pirojeyê razî bûn û bi dilê wan bû.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya xwediyên jeneratorên karebê kir û got, “Dema ku kareba niştîmanî ya 24 seetî nebû, ew ji bo dana karebê bi welatiyan alîkar bûn û nehêla welatî bê kareb bimînin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Armanca dabînkirina kareba 24 seetî ew e ku welatî feydewergirên serekî bin, lewma xwediyên jeneratoran ji bo biserxistina vê pirojeyê heta demekê dê alîkar bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Ji bilî taxa Şadiyê, wekî qonaxa duyê ya vê pirojeyê sibe kareba taxa Naznazê jî dibe 24 seetî. Piştî wê, kareba taxa Bextyariyê jî dibe 24 seetî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Tevî wê ya ku li Hewlêrê hatiye bicihanîn, qonax bi qonax kareba parêzgehên din û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê jî dibe 24 seetî. Niha çend tax li bajarê Silêmaniyê hatine destnîşankirin ku ev piroje lê bê bicihanîn, herwesa daxwaz ji desthilata xwecihî hatiye kirin ku alîkar bin û rêkaran bi cih bînin.”