Elî Teter: Proseya dengdana taybet li Dihokê bê pirsgirêk birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê dibêje, proseya dengdana taybet a hêzên ewlekarî û serbazî li parêzgeha Dihokê bi awayekî aram û asayî birêve diçe.
Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 18ê Cotmehê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, proseya dengdana taybet li parêzgeha Dihokê bi asayî û bê pirsgirêk birêve diçe.
Elî Teter hêvî kir ku heta proseya dengdanê heta dawiyê, ti pirsgirêk dernekeve. Her çend e rêjeya beşdarbûn baş e jî, lê hêvî kir ku kesên mane jî, bê pirsgirêk û bi azadî dengê xwe bidin.
Proseya dengdana taybet bo şeşemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro danê sibê demjimêr 07:00 dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam bike.
Di proseya dengdana taybet de, zêdetir ji 215 hezar û 960 endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên kurd ên di nava artêşa Iraqê de deng didin.
Hilbijartin ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve tê kirin.
Roja 20ê Mijdarê jî dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tên kirin.