Hevdîtin û danûstandina Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi tex û çînên Dihokê re

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di danûstandineke taybet de bi nûnerên tex û çînên parêzgeha Dihokê re bal kêşa ser çend pirs û mijaran, wekî peydakirina derfetên karî, kar û pilanên hikûmetê yên paşerojê, baştirkirina xizmetkariyan, dabînkirina kareba 24 seetî û çend tewerên din, herwesa guhdariya gotin, daxwazî, pêşniyar û nerînên kesên amadebûyî jî kir û bersiva her yek ji wan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li destpêka danûstandinê amaje da, ev danûstandin pareke bazineya wan danûstandinan e yên ku em bi nûnerên deverên din ên Herêma Kurdistanê re jî dikin, ji bo ku em bi awayekî rasterast û rûbirû mijarên giring şirove bikin û danûstandinan li ser bikin. Tekez jî kir ku divê xelkê Kurdistanê hikûmetekê hilbibijêre ku, amade nebe li bin givaştinan ji bo berjewedniya şexsî, ji bo berjewedniya partî, ji tirsan de an jî ji ber her sedemekê, xelkê Kurdistanê gorî berjewendiyên xwe bike.

Ev jî beşek ji wê danûstandinê ye:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Ez îro bi we re gelek dilxweş im. Ev yek ji wan rûniştinan e yên ku me bi xelkê hemî parêzgeh û deverên Kurdistanê re hene, ji bo ku em rasterast bi hev re danûstandinan bikin û mijarên giring şirove bikin, hem ji bo Kurdistanê û hem jî ji bo wan mijarên ku bandor li ser jiyana welatiyên Kurdistanê heye. Lewma ez zêde naçim nav axiftinê, ez dê zêdetir guhdariya we û pirsyarên we bikim. Her pirsyareka we hebe, ez amade me bersivê bidim. Belkî têbînî hebin, pişî hingê di çarçoveya wan pirsyaran de, mimkin e em behsa wan têbîniyan jî bikin. Yanî me pê xweş e em bi pirsyara we ya yekê dest pê bikin. Kî amade ye pirsyara xwe bike, bila kerem bike:

*Em dilxweş in ku îro şanaziya dîtina te bi me hat dan. Min piryasrek heye û gazinek jî. Ez bi awayekî giştî diaxivim lê xwe dikim nimûne. Wekî mêşvan û endazyara çandinê û xûşka şehîdî, ev çend sal in ku ez karê mêşvaniyê dikim, lê tevî wê jî min gelek lidûçûn kiriye û min serdana hin cihan jî kiriye. Piştevanî ji bo pirojeyên biçûk ên çandinê nîne, xasma ji bo endazyarên çandinê ku ev ji bo her welatekî gelek giring e. Ez nizanim di kabîneya we de pilana we ji bo piştevanîkirina pirojeyên biçûk ên çandinê û xasma endazyarên çandinê çi ye ku bikarin bi awayekî baştir kar bikin?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Gelek spas ji bo pirsyara te, bê goman me bername heye û di vê kabîneyê de jî di çend salên kêm de mimkin zêdetir ji me re ron nebûbe. Em bizaveke cidî kir ku em bizanin kêmûkasiyên me di ku de ne û kêmûkasiyên xelkî di ku de ne? em wan bername û programan çawa rêk bixin ku dikevin ber xizmeta xelkî. Piştî wê me pirojeyekî din jî ragehand, ku ew jî pirojeya Geşbûnê ye. Pirojeya Geşbûnê ji bo wan daxwaziyan e yên ku te behs kir, ji bo çandinê bin an jî ji bo her karekî din. Kesek bixwaze ji xwe re kar û kesabetekê bike, pêdivîtî bi piştevaniya hikûmetê hebe ji bo ku xwe li ser pêyên xwe bigire û dest pê bike. Eger we van rojan lidûçûn kiribe, me berî niha hevdîtinek jî bi komeke ciwanan re hebû, ku hin ji wan bizniza xwe hebû û dixwest berfireh bikin, an hin ji wan ku dest bi biznisê bikin, pirojeya Geşbûnê ji bo wan jî gelek alîkar bû. Lê her kesekê piroje hebe, dema pêşkêşî hikûmetê dike, pêdaçûnê ji bo wê pêşniyarê tê kirin ku ji bo wê pirojeyê hatiye kirin. Eger bizanin pêşniyareke gelek baş e û di cihê xwe de ye, yekser alîkariya wî dikin. Eger bizanin kêmûkasî tê de hene, alîkariya wî dikin ji bo ku pêşniyara wî bixin qalibekî ku feyde hebe. Heta niha 25 kompaniyan feyde jê wergirtiye, niha 100 kompaniyên din daxwaz kiriye û ew jî dê feydeyî werbigirin.

Bê goman çend em bibînin ciwan bi xwe amade bin kar bikin û hizirên baş hebin, ji bo ku ew bi xwe bibin xwediyên karê xwe û xlekekê din jî pê ve bê girêdan, hikûmet alîkar dibe. Eger Xudê piştevan be û em berdewam bin, ev piroje berdewam dibin û berfirehtir jî dibin û em alîkariya hemî ciwan û hemî welatiyan dikin, ku dixwazin bibin xwediyên kesabeta xwe.

*Gelek spas ji bo vê derfetê ku me karî ji nêz ve hev bibînin. Ez ji devera Şêladizê me. Pirsyara min ev e. Ciwanên devera me gelek mexdûr in, hemî diçin derveyê welatî, danemezrandî ne, em pirsyara damezrandinê dikin, ên ku mezin bûne, ji bo mînak li salên 1983ê heta 1993ê ne, em hêvîdar in çareyek lê bê kirin. Em pêştir derçûn, damezrandin nebû. Niha jî ku em daxwaza damezrandinê dikin, ji me re dibêjin hûn mezin bûne. Em hêvîdar in çareyek li vê mijarê bê kirin û derfetên karî jî li deverên me bên zêdekirin, ciwan berê xwe nedin derveyê welatî. Devera me devereke mexdûr e û ciwanên me berê xwe nedin derveyê welatî û ji xwe re kar bikin. Ez yek ji wan ciwanan im ku ev 13 sal in ez derçûme û heta niha ez nehatime damezrandin. Ez dipirsim, dibêjin tu li ku bûyî? Pêştir jî ez nehatim damezrandin. Ez daxwazê ji cenabê te dikim ku te çareyek ji bo me hebe, ku ciwanên me jî mexdûr nebin. Spas ji bo vê derfetê ku em ji nêz ve gehiştin hevdîtina te, gelek spas.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Spas ji bo pirsyara te, pirsyara te di cihê xwe de ye û heqê we ye jî. Ez dizanim devera Şêladizê mexdûr e, lê sedem jî hebûne. Yek ji sedeman ew şer e yê ku li deverê heye û mixabin wesa nekiriye ku gelek derfet ji bo xelkî peyda bibin an jî hikûmet destê xizmetkariyan ji xelkî re bigehîne wê derê. Devereke gelek xweşik e mirov dikare gelek pirojeyên geştyarî li wê derê veke, lê mixabin ji ber hebûna hin desthilatên neqanûnî li wê derê û hin ji wan hêzên neqanûnî xwe li wê derê sepandiye, bûye sedema neseqamgiriyê û bûye sedema şerî li wê derê, gelek arêşe hem ji bo xelkê deverê çê kirine, hem jî rê li bername û pirojeyên hikûmetê girtiye ku wekî pêdivî bikare xizmeta wê deverê û bike. Lê ev manaya wê yekê nîne ku ev dê berdewam be. Bizavê hikûmetê ji bo wê yekê ne ku niha mimkin e tu jî bizanî, hin pêngav hatine avêtin û tiştên baş jî hatine kirin. Lê ji bo wan kesên ku nehatine damezrandin, ez bi xwe hez dikim ew bizanin, me pê xweş e her kesek ku li vî welatî ye ji xwe re bibe xwedî deramet û dahatek, çi li kertê giştî kar bike û çi jî li kertê taybet. Lê eger her ciwanekê vî welatî û her derçûyek an her kesekê bixwaze li hiûkmetê bê damezrandin, çi hikûmetek dikare serkeftî be eger karê wê hikûmetê tenê damezrandin be?

Li şûna wê pêdivî ye hikûmet karê durist ji bo wan ciwanan bike yên ku dixwazin li kertê taybet jî kar bikin, ne ku tenê li hikûmetê bên damezrandin. Ji bo wê yekê jî me bi Hikûmeta Federalî re danûstandin kirine û li ser vê yekê me gazin jî kirin, ji ber ku pêdivî ye budceya Herêma Kurdistanê li wê derê bê dabînkirin, çima we rê neda ku em rêjeya damezrandinê an rêjeya fermanberên hikûmetê zêdetir bikin û wan ciwanan werbigirin? Wan heta niha rê nedaye. Ji sala 2013ê heta niha nehêla çi rêjeyek li Herêma Kurdistanê bê damezrandin.

Ev jî bê goman berdewam nabe. Em dixwazin hejmareke wan kesan ên ku pêdivîtiya hikûmetê pê heye an ew kesên hezeka zêde heye û dikarin bi hev re kar bikin bên damezrandin. Lê hemî xelk her nayê damezrandin, anku çarenivîsa yên ku nayên damezrandin dê çi be? Baştirîn rê ew e ku derfeta karî ji bo bê çêkirin û hêsankarî jê re bên kirin û ez li wê bawerê me ku me ciwanên gelek bihêz û şiyan jî hene ku dikarin li derveyê karê îdarî û fermî, karên din jî bikin. Ya ku li ser hikûmetê pêdivî ye ew e ku alîkariya wan bike.

Ez dikarim ji te re dibêjim ku em dê berdewam bin, ji bo ku alîkariya her ciwanekî bikin ku derfeta karî jê re bê destnîşankirin, xasma jî wê devera ku ez dizanim mexdûr e. Îşela me dê bernameyeke taybet ji bo wê deverê hebe.

*Ez Şinê Xelîl im, derçûya peymangehê me. Wekî jineke Êzidî, min pê xweş bû vê hevdîtinê bi cenabê Serokê Wezîran re bikim. Pirsyara min ew bû ku di hikûmeta bê de dikarin zêdetir giringiyê bi rolê jinan bidin? Xasma jî jinên Êzidî rolê xwe di xizmetkirin û pêşxistina civakê de bigêrin? Gelek spas.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Gelek spas, ez dilxweş im hûn li vê derê ne, ji bo ku hûn jî bizanin hikûmetê giringiyeke zêde daye jinan û xasma jî xûşkên me yên Êzidî. Me berî niha bernameyek jî hebû ji bo alîkarîkirina wan xûşkên me yên Êzidî ku ji destê teroristên DAIŞê hatine rizgarkirin, ji bo ku alîkariya wan bê kirin û ji hemî kesan bê minet bin vegerin nav jiyana xwe ya asayî, lê ji wê zêdetir, me bernameyên din jî hene, heta li ser astê zanîngehê jî ji bo ku zemale ji xûşkên me yên Êzidî re bên terxankirin, ku zêdetir bikarin ji aliyê zanistî jî ve xwe ava bikin û li nav dezgehan û civaka îdarî de jî zêdetir kar bê kirin û jin bikarin bi awayekî giştî rol û bandora xwe bibîbin.

Ez naxwazim tenê ji bo ku bibêjin filan kes jin e bê damezrandin, ez li wê bawerê me ku hêz û şiyanên jinên Kurd, Êzidî bin an Misilman an her jineke Kurd be, gelek ji wê mezintir in a ku xelk heta niha dizanin. Ez tevlî merasîmên derçûnê yên gera 43ê ya Zanîngeha Selahedînê bûm. Min ji serokê wê zanîngehê pirsî, ji min re got: Rêjeya tevlîbûna jinan û yên ku vê carê derçûn, gelek ji ya kuran zêdetir e. Ev cihê dilxweşiyê ye, dema ez dibînim jinên me ku di demekê de tenê veder bû û nedihêla bê nav civakê, niha gelek zêdetir diyar e û rolê xwe di nav îdare û hikûmetê û dezgehên fermî de gelek baş dibînin. Bê goman em li vê derê jî giringiyeke zêdetir bi jinan didin, xasma jî xûşkên me yên Êzidî ku şerefa me û kerameta miletê me ne û îşela her tiştekê ji destê me bê em xemsariyê nakin.

*Ez bixêrhatina crnabê te dikim. Ev cara yekê ye ez te ji nêz ve dibînim, ez wekî mamostayek li perwerdeyê destxweşiyê li te dikim, ku berî demekê te biryar da û te dilxweşî xist nav mamostayan û xwendekaran. Em hez dikin ev kar berdeam bin. Pirsyara min ew e ka gelo te di jiyana xwe ya taybet de karek kiriye ku ji wî karî poşman bûbî?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Nexêr, ez ji çi tiştên ku min kirine poşman nînim. Mirov nikare hikim li ser dîrokê bide. Her karekê min di wê demê de kiriye, ez wesa fikirîme ku karekî durist e, lewma min kiriye. Eger ne, min wesa nedikir. Ez poşman nînim û şanaziyê bi jiyana xwe dikim. Hindî tê bira min, min jiyana xwe ji bo xizmeta bîr û bawerên xwe terxan kiriye.

*Ez Muhacir Seîd im, xelkê Dihokê me û li pirojeyeka akincîbûnê li Dihokê dijîm. Me gelek kêmûkasî li wê pirojeyê hene û me gazina xwe gehandiye hemî cihan. Gelo çima dema belênderek pirojeyekî werdigire, di masterpilana xwe de mînakeke gelek xweşik nîşa xelkî didin, lê paşî ku xelk werdigirin gelek kêmûkasî hene? Me daxwaz ji aliyên peywendîdar kiriye, me li dadgehê skala tomar kiriye, li weberhênanê got 100% ev piroje hatiye wergirtin. Em daxwazê ji cenabê te dikin ku çareseriyek ji bo van belênderan bê dîtin û me ji arêşeya belênderan rizgar bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Spas ji bo pirsyara te. Eger tu naxwazî bibêjî kî der e ew pirojeya akincîbûnê, xem nake. Lê min pirsyarek heye, kengî ew piroje hatiye vekirin û hûn lê ne, berî çend salan?
*2014.

Serokwezîr: 2014, ew berê bû. Berê jî gelek tişt hatine kirin, lê mixabin dibe ku gilî hebin û me hewl da wan çareser bikin. Niha me eşkere kir ku her peymankar an projeyek veberhênanê divê li ser bingeha kalîteya sazkirinê be. Tiştê ku ji niha ve hatiye çêkirin, ger derfet hebe ku were tamîrkirin baş e, lê ger hatibe wergirtin, ew ji projeya nû cuda ye. Projeyên nû divê li gorî standardên ku hatine destnîşankirin bêne çêkirin, lê yên kevin hinekî dijwartir in, dibe ku hin kes tê de bin an jî peymankar bêje ku di wextê xwe de hatiye girtin û diviyabû ev yek nehatiba girtin, ya girîng ew e ku mirov ji xeletiyên xwe fêr bibin. Lê di wê baweriyê de ne ku me li vir şert û merc daniye, divê her projeyek li gorî pîvanên ku soz dane welatiyan bê kirin, eger nebe hikûmet wê qebûl nake û wernagire.

 

 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment