Bi 3 dronan êrîş li ser mala Netanyahu hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îsraîlê belav kir, dronek li nêzîkî mala Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu ketiye xwarê û hin ziyan derketine.

Li gorî medyaya Îsraîlê, îro serê sibehê 3 dron ji Libnanê firiyane û li başûrê bajarê Heyfa ya Îsraîlê ketine ku mala Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu jî li wê deverê ye.

Hat ragihandin, 2 dron ji esman hatine xistin û yek ji wan jî li malekê daye, ku tê gotin ew mala Netenyahu bûye.

Hêzên ewlehiyê ew navçeye dorpêç kirine û firokeyên şer li esmanê bajar digerin û hîn zanyariyên piştrastkirî nehatine belav kirin. Lê tê gotin ku 2 kes birîndar bûne û hin ziyanên madî jî li dû wê êrîşê derketine.