Mesrûr Barzanî serexweşiyê li binemala Aştî Hewramî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşiyê li binemala Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî dike.
Ev jî tekista wê ye:Behînameyek ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve
Ji bo wexera dawiyê ya Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, ez serexweşiyê li binemala wî ya rêzdar dikim û ez hevxemê wan im. Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bi hemiyan jî bide.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdila Ebdirehman Tewêleyî ku wekî Aştî Hewramî tê naskirin duhî (Yekşem, 20.10.2024) wexera dawiyê kir. Behiya wî îro (Duşem, 21.10.2024) li Tewêleyê û mizgefta Seywanê ya Silêmaniyê bi rê ve diçe.