Bilind Ismaîl: Mesrûr Barzanî di Kabîneya Dehê de li ser çêkirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz kar dike

Bilind Ismaîl,  Berpirsê Liqa Duyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Hewlêrê
Bilind Ismaîl, Berpirsê Liqa Duyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Liqa Duyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Hewlêrê ragehand, “PDKê li navenda bajarê Hewlêrê zêdetirî 120 hezar dengdan bi dest xistine, li beranberî hilbijartinên pêştir 50 hezar deng zêde kirine.”
Berpirsê Liqa Duyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Hewlêrê Bilind Ismaîl got, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di qonaxa bê ya Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser çêkirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz kar dike.”
Bilind Îsmaîl amaje jî da, “Bi dengên taybet û yên giştî, Partiya Demokrat a Kurdistanê li navenda bajarê Hewlêrê zêdetirî 120 hezar dengdan bi dest xistine, li beranberî hilbijartinên pêştir jî 50 hezar dengên wê zêde bûne.”
Navbirî eşkere jî kir, “Drûşmê bê yê PDKê dê qonaxa avedankirinê, qonaxa zêdetir binecihbûna pêgeha Herêma Kurdistanê û qewareya Herêma Kurdistanê û qonaxa çarekirina arêşeyan bi Bexdayê re li dû destûrê be, xasma jî pirsa madeya 140ê û Kerkûkê. Divê Kerkûk ji wê rewşa ku niha tê de ye bê derxistin.”
Berpirsê Liqa Duyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Hewlêrê tekez jî kir, “Ez piştrast im ku ji bo Kabîneya Dehê hejmareke pirojeyên stratejîk ên gelek mezin û zebelah li ber destê Mesrûr Barzanî ne, ku li Rojhilata Navîn ji aliyê geştyarî û çandinî û pîşesazî ve wekî wan nînin, tevî hemî wan sedemên ku jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê pêş dixe.”