Dadwer Amir Mûsa Elhuseynî serkeftina piroseya hilbijartinan li xelkê Kurdistanê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fermangeha Hilbijartinan û Serokê Lijneya Navenda Fermangeha Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê Dadwer Amir Mûsa Elhuseynî pîrozbahiya xelkê Kurdistanê dike, bi helkeftina temambûn û biserkeftina piroseya hilbijartinan ji bo diyarkirina nûnerên wan li Perlemana Kurdistanê.
Serokê Fermangeha Hilbijartinan û Serokê Lijneya Navenda Fermangeha Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê Dadwer Amir Mûsa Elhuseynî îro (Duşem, 21.10.2024) pîrozbahiya xelkê Kurdistanê kir, bi helkeftina temambûn û biserkeftina piroseya hilbijartinan ji bo diyarkirina nûnerên wan li Perlemana Kurdistanê.
Dadwer Amir Mûsa Elhuseynî herwesa amaje da rolê hevparên piroseya hilbijartinan, ji tevaya kandîdan û partî û hevpeymaniyan û civakên sivîl ên navxwe û navdewletî û dezgehên ragehandinê, li gel Şandiyê Neteweyên Yekgirtî UNAMI.
Navbirî spasiya desthilata federalî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji ber piştevaniya wan ji bo karên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, herwesa spasiya endamên Lijneya Navendî ya Fermangeha Hilbijartinan a Perlemana Kurdistanê û tevaya kadirên Komisyona Hilbijartinan kir.
Serokê Fermangeha Hilbijartinan û Serokê Lijneya Navenda Fermangeha Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê bi endamên Lijneya Navendî re danûstandin li ser pirsa girêdayî ragehandina berahiyê û encamên hilbijartinan kirin, tevî yekalîkirina skalayên girêdayî hilbijartinan.