Komisyon encamên berahiyê yên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê radigehîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên berahiyê yên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê radigehîne.
Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Omer Ehmed Mihemed îro (Duşem, 21.10.2024) di konferanseke rojnamevanî de got, “Piroseya hilbijartinan gelek baş bi rê ve çû ji ber ku hemî amadekarî ji bo serkeftina wê piroseyê hatibûn kirin.
Omer Ehmed Mihemed amaje jî da, “Encam ên berahiyê ne û tane lê nayê dan. Piştî ragehandina fermî ya encaman, tane lê tê dan.”
Navbirî herwesa ragehand, “Di vê piroseya hilbijartinan de, 2087972 kesan dengê xwe daye. Em îro 99.38% ya encaman radigehînin. Herwesa rêjeya tevlîbûnê di van hilbijartinan de 72% bû.”
Rêjeya dengdana giştî û ya taybet:
Hejmara dengderan: 2 milyon û 899 hezar û 578 kes
Hejmaran dengên dayî: 2 milyon û 87 hezar û 972 kes
Hejmara bingehên taybet û giştî: 7 hezar û 70 bingeh
Hejmara dengderan li Hewlêrê:
Hejmara dengderan: 1 milyon û 23 hezar û 606 kes
Hejmara dengên dayî: 762929 kes, bi rêjeya 74.53%
Hejmara bingehên dengdanê: 2520 bingeh, dengên 13 bingehan ji ber arêşeyên amûran nehatine ragehandin.
Hejmara dengderan li Silêmaniyê:
Hejmara dengderan: 1 milyon û 87 hezar û 192 kes
Hejmaran dengên dayî: 715 hezar û 499 kes, bi rêjeya 65.81%
Hejmara bingehên dengdanê: 2650 bingeh, li 535 bingehan deng hatine dan
Ji ber hebûna arêşeyan di amûran de, li 6 bingehan hejmara dengan nehatiye ragehandin
Hejmara dengderan li Helebceyê:
Hejmara dengderan: 60 hezar û 252 kes
Hejmaran dengên dayî: 41 hezar û 671 kes, bi rêjeya 69.16%
Hejmara bingehên dengdanê: 28 bingeh
Hejmara westgehan: 139 westgeh
Hejmara dengderan li Dihokê:
Hejmara dengderan: 722 hezar û 397 kes
Hejmaran dengên dayî: 564 hezar û 494 kes, bi rêjeya 78.14%
Ji ber hebûna arêşeyan di amûran de, li 7 bingehan hejmara dengan nehatiye ragehandin
Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê duhî (Yekşem, 20.10.2024) bi rê ve çû, li seet 07:00 ê serê sibehê dest pê kir û li seet 06:00 ê êvarê bidawî hat. Du milyon û 686 hezar û 578 kesan mafên dengdanê hebû.
Berpirsê Hilbijartinên Kurdistanê li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Neberd Omer di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Rêjeya tevlîbûnê di piroseya dengdan û hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de li dengdana giştî bi vî awayî bû; li Dihokê 78%, li Hewlêrê 74%, li Silêmaniyê 65% û li Helebceyê jî 69%. Hejmara giştî ya tevlîbûnê di piroseya hilbijartinan de jî dibe 72%.