Osame Nuceyfî serkeftina hilbijartinan li Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Giştî yê Partiya Mutehîdûnê serkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz dike, herwesa hêvîdar e ev hilbijartin bibin sedema bihêzkirina Herêma Kurdistanê di bicihanîna daxwaziyên gelê Kurd de.
Sikirtêrê Giştî yê Partiya Mutehîdûnê Osame Nuceyfî îro (Duşem, 21.10.2024) peyameke pîrozkirinê arasteyî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û tê de ragehand, “Ez pîrozbahiyeke germ û xweşik pêşkêşî we dikim, ji ber wê serkeftina di hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de bi dest we ve hatiye.”
Sikirtêrê Giştî yê Partiya Mutehîdûnê amaje jî da, “Em hêvîdar in encamên vê piroseya hilbijartinan bibin sedema bihêzkirina Herêma Kurdistanê di bicihanîna daxwaziyên gelê Kurd de.”