Mîrê Êzidiyan pîrozbahiyê li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û serkeftina wê piroseyê, Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û Cîhanê pîrozbahiyê li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê dike.
Ji bo birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê û serkeftina wê piroseyê, Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û Cîhanê Hazim Tehsîn Beg îro (Duşem, 21.10.2024) pîrozbahî li Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê kir.
Mîrê Êzidiyan herwesa hêvî xwast ku perleman û hikûmetên bên ên Herêma Kurdistanê bi baştirîn awa xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve bikin.
Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê duhî (Yekşem, 20.10.2024) bi rê ve çû, li seet 07:00 ê serê sibehê dest pê kir û li seet 06:00 ê êvarê bidawî hat. Du milyon û 686 hezar û 578 kesan mafên dengdanê hebû.
Berpirsê Hilbijartinên Kurdistanê li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Neberd Omer di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Rêjeya tevlîbûnê di piroseya dengdan û hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de li dengdana giştî bi vî awayî bû; li Dihokê 78%, li Hewlêrê 74%, li Silêmaniyê 65% û li Helebceyê jî 69%. Hejmara giştî ya tevlîbûnê di piroseya hilbijartinan de jî dibe 72%.