Xemîs Xencer pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Sunî bidawîhatina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li serkirdetî û gelî Herêma Kurdistanê pîroz dike û dibêje, “Dengdana xelkê Kurdistanê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser baweriya cadeya Kurdî bi wê partiyê û rêbaza wê belge ye.”
Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Sunî Xemîs Xencer îro (Duşem, 21.10.2024) bidawîhatina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li serkirdetî û gelê Herêma Kurdistanê pîroz kir û li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsî, “Ez pîrozbahiyên xwe arasteyî Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî dikim, ji bo wê serketina mezin a ku bi dest xistiye, ku ev jî li ser baweriya cadeya Kurdî bi wê partiyê û rêbaza wê belge ye, ji bergirîkirina ji mafên Kurdan li dijî wan komên ku berjewendiyên xwe bi ser berjewendiyên gelê xwe dixin.”
Xemîs Xencer herwesa ragehand, “Tevlîbûna xelkî di hilbijartin û birêveçûna wê piroseyê de bi awayekî baş û pêşbirkêya demokrasî di navbera aliyên siyasî de belge ye li ser pabendbûna xelkê Kurdistanê bi bingehên demokrasî û lihevguhertina desthilatê bi wayekî aştiyane û bi rêya sindoqên dengdanê.”