ENKS û Komîsera Navdewletî ya Azadiya Olî çend pirsên li navçeyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi Komîsera Navdewletî ya Azadiya Olî li Amerîkayê re, hejmarek ji pirsên rûbirûyî navçeyê dibin guftûgo kirin.
Desteya Serokatiyê ya ENKSê îro 22ê Cotmehê li bajarê Qamişlo pêşwazî li Seroka Komîteya Navdewletî ya Azadiya Olî li Amerîkayê Nadîne Maenza kir.
Di vê derbarê de, Nadîne Maenza li hejmara xwe ya tora civakî “X” dilxweşiya xwe bi hevdîtina bi serkirdatya ENKSê re nîşan da.
Herwiha got jî: "Ez spasdar im ji bo derfeta gotûbêjkirina gelek kêşeyên li pêş herêmê û hêviya me ya hevbeş ji bo paşerojeke baştir ji bo tevahiya Sûriyê."
Ez spasdar im ji bo derfeta gotûbêjkirina gelek kêşeyên ku rûbirûyê herêmê dibin û hêviya me ya hevbeş ji bo paşerojeke baştir ji bo tevahiya Sûriyê heye.”