Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya konsulê nû yê Almanyayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 22.10.2024) pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê kir.
Zêdebarî pîrozbahiyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê tekez kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî de jê re kir.
Konsulê Giştî yê Almanyayê jî amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re diyar kir.
Di tewerekî din ê wan danûstandinan de, amaje bi serkeftina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hat kirin, ku di rewşeke aram û demokratîk de hat kirin, tevî hebûna hin arêşeyên teknîkî û bêparbûna hejmareke zêde ya dengderan ji mafê dengdanê.
Her du alî li ser giringî û pêdivîtiya destpêkirina rêkarên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem pêxemetî zêdetir xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.