Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet pîrozbahiyê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo biserkeftina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet pîrozbahiyê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet Muhsin Mendelawî êvara îro (Sêşem, 22.10.2024) bi rêya tilefonê peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet di wê peywendiya tilefonî de serkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.