Li Enqerê di êrîşeke çekdarî de 4 kes hatin kuştin, 14 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Komanyaya Saziya Asmanî û Pîşesaziya Fezayê (TUSAS)ê rastî êrîşeke çekdarî hat û li gor agahiyên destpêkê 4 kesan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, 14 kesên din jî birîndar bûne.
Li navçeya Kahramankazan a Enqereyê, Şîrketa Saziya Asmanî û Pîşesaziya Fezayê (TUSAS) rastî êrîşekî hat û derbarê êrîşê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan rageihand, 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûn. Herwaha got rewşa 3 kesên birîndar jî girane.
Hat ragehandin, 2 kesên êrîşkar jî hatine kuştin û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya jî got, yek jê jin, nasnameyên du çekdaran jî ji bo bê aşkera kirin xebat berdewam dikin. hat aşkera kirin dema ku nasnameyên wan bê aşkera kirin, dê bê zanîn ka ser bi kîjan rêxistinê ne.
Di dîmenên kamerayên çavdêriyê de aşkera dibe ku du çekdar bi taksiyê nêzîkî wî cîhê pîşesaziyê dibin û ji wê derê gule li sivîlan berdidin. Hat zanîn êrîş di dema bi hevguhertina karmendan de pêkhatiye.
Çekdarên ku êrîş pêkanîn jinek û zelamek in û piştî êrîşê operasyonekî berfireh destpê kir û herdu çekdar jî hatin kuştin.
Ev êrîş di demekê ku Serokê Partiya Nijadperest a Mîlî (MHP)ê Dewlet Bahçelî ragehandibû, ew dixwazin Serokê PKKê Ocalan bê li Parlamentoya Tirkiyê ji grupa DEM Partî re biaxive û li wê derê ragehîne ku PKKê û şerê çekdarî li Tirkiyê bi dawî dike, herwiha ew jî dikarin yasaya ‘’Mafê Hêviyê’’ çalak bikin.