Rêveberiya Xweser: Êrişa Tirkiyeyê berdewama siyaseta qirkirinê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweseriya dibêje, di dema ku rayedarên Tirkiyeyê propagandaya bidawîbûna şer dikin, êrîşî gund, bajar û binesaziya herêmê dike, ev jî durûtiya wan û niyeta wan a rastîn aşkera dike.
Rêveberiya Xweser li ser êrişên artêşa Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de got: “Armanckirina sivîlan, sûcekî şer e û li dijî yasa û peymanên navdewletî ye.”
Diyar kir jî, dewleta Tirkiyeyê bi armanckirina zarokan û sivîlan hewl dide vîna berxwedanê ya gelê bişkîne û ewlehiya herêmê têk bibe.
Herwiha destnîşan kir, di dema ku rayedarên Tirkiyeyê propagandaya bidawîkirina şer dikin, êrîşî gund, bajar û binesaziya herêmê dikin, ev jî durûtî, niyet û rûyê wan ê rastîn di berdewamkirina siyaseta qirkirinê de aşkera dike.
Rêveberiya Xweser bang li civata navdewletî kir ku li dijî êrişên artêşa Tirkiyeyê li ser herêmê, helwesteke cidî nîşan bide û dawî li êrişan bînin.
Herwiha bang li Hevpeymaniya Navdewletî û Rûsyayê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, siyaseta dualî û bêdengiya xwe rawestînin.
Pêştir Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandibû, artêşa Tirkiyeyê 42 cih û xal kirin armanc û di encamê de 12 kes hatin kuştin ku di nava wan de sivîl hene.