Ozgur Ozel: tenê kurd dikarin biryarê bidin pirsa kurd heye yan na
Diyarbekir (K24) – Serokê CHPê Ozgur di demek ku behsa pêvajoyek nû ya çareseriyê tê kirin de serdana Diyarbekirê kir, Ozgur Ozel amaje kir bo pêvajoyek nû li Diyarbekirê daxwaz û hêvî jî heye, metirsî û pêbawernebûn jî heye, şîrovekeran jî gotin serdana Ozgur Ozel ye Silhedîn Demîrtaş gavek baş bû û nabe Demîrtaş derveyî pêvajoyê be.
Serokê CHPê Ozgur Ozel piştî axaftinên Dewlet Bahçelî serdana Diyarbekir kir, amaje kir ku tenê kurd dikarin biryarê bidin ku pirsa kurd heye an ne, Ozel anî zimên ku bo çareseriya pirsa kurd kîjan alî gotinek bêje an jî gavek baivêje ev yek bo wan girîng û hêja ye û her wiha bal kêşand ser mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî. Ozgur Ozel got ji bo ku rondikên çavên dayîkên kurd û tirk rawestin çi ji destê wî bê ewê bikê û derbarê axaftinêb Devlet Bahçelî de jî nêrîna xwe li Diyarbekirê ji raya giştî re parve kir.
Serokê CHPê Ozgur Ozel got: “Derbarê axaftinên Birêz Bahçelî de dixwazim bêjim ku Bi axaftina kesekî, bi azadiya kesekî ev pirsgirêk çaresernabe, ji bo ku teror raweste û 86 milyon mirov bi aştiyane hevdu hembêz bikin çi gav were avêtin û çi were gotin girîng û hêja ye lê bila tikes nebêje pirsa kurd nîne, tenê kurd dikarin biryara vê yekê bidin.”
Derbarê serdana Ozgur Ozel ya bo Silheddîn Demîrtaş û axaftinên Dewlet Bahçelî de jî şîrovekarên ku serdana Ozgur Ozel ya Diyarbekirê dişopandin gotin Silhedîn Demîrtaş jî aktorek girîng e û desthilat hem ji ber rewşa Rojhilatanavîn, hem ji ber rewşa navxweyî neçar maye gavek bo çareseriya pirsa kurd bavêje. Şîrovekar dibêjin axaftinên Bahçelî di her alîyî de bûye sedema matmayînê.
Şîrovekar Îsmaîl Saymaz dibêje: “Hefteyek berê ji min bipirsîna ku guherîna 3 maddeyên makezagonê zehmet e an ew axaftina bahçelî kirî zehmet e. Minê bigota gotinên Bahçelî zehmettir in. Min destpêkê bawer nekir. Dibê ku Îsraîl êrîşî Îranê bike û Tirkiye beriya ku herêm tevlîhev bibe kurdan aliyê xwe ve bikêşe. Silheddîn Demîrtaş aktorek girîng e û nabe derveyî vê proseyê were hiştin. Omer Ocalan hem ji malbata Abdullah Ocalan e û hem parlementerê DemPartî ye asayî ye ku ew biçe hevdîtinê.
Serokê CHPê Ozgur Ozel bi şandeke berfireh serdana Diyarbekir kir û bi awayeke zelal û aşkere amaje kir ku li Tirkiyeyê pirsa kurd heye û tenê kurd dikarin bêjin ku pirsgirêka wan heye an ne.”