Qeterê geştên xwe yên asmanî ji bo Îraq û Îran û Libnanê rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêla asmanî ya Qeterê “ji ber rewşa niha ya Rojhilata Navîn” geştên xwe ji bo Îraq û Îran û Libnanê rawestandin.
Hêla asmanî ya Qeterê îro (Pêncşem, 24.10.2024) di beyannameyekê de rawestandina “demkî” ya geştên xwe ji bo Îraq û Îran û Libnanê ragehand.
Hêla navbirî sedema rawestandina geştên xwe ji bo “rewşa niha ya Rojhilata Navîn” vegerand û tekez kir ku, li ser çavdêrîkirina rewşê ji nêz ve berdewam dibe, herwesa di dema pêdivî de nûtirîn zanyaran pêşkêş dike.
Hêla asmanî ya Qeterê tekez li ser wê yekê jî kir ku, silametiya swarên wê herdem li pêşiya karên wê dimîne.