Mesrûr Barzanî: Her pêleke derçûyên zanîngehê bo pêşkeftina Kurdistanê dibe alîkar

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Pêncşem, 24.10.2024) ahenga derçûnê ya xwendekarên Zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê hat kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav merasîmên ahenga derçûnê ya xwendekarên Zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê de gotarek bi zimanê Ingilîzî pêşkêş kir û tê de amaje da, “Ev ahenga derçûnê di jiyana xwendekarên derçûyî û malbatên wan de kêlîkeke dîrokî ye, lewma mirov şanazî û hêviyan di çavên derçûyan de dibîne, di demekê de ku ew xwe ji bo qonaxeke nû ya jiyanê amade dikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ron jî kir ku, derçûna hejmareke din a xwendekaran tevlîbûneke giring e ji bo pêşxistin û pêşvebirina civakê, herwesa hêvî xwast ku rolekê diyar di avakirina paşerojeke geş ji bo Kurdistanê û bilindkirina pêgeh û navdariya Herêma Kurdistanê de hebe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareke din a gotara xwe de bal kêşa ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û tekez jî kir ku, niha di qonaxa amadekariyan de ne ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku pêdivî ye hikûmet li astê rûbirûbûna qebxwaziyên bê be, ev jî dixwaze ku zêdetir alîkarî di navbera dezgehan de hebe. Tekez jî kir ku, pêşxistina perwerde û xwandinê herdem dê ji karên pêşiyê yên hikûmetê be.
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Ew serkeftina ku me li vê heftiyê di hilbijartinan de bi dest xist, ew erk nû kir ê ku ji aliyê gel ve ji bo bicihanîna armancên me bi me hatiye spartin, lewma ez daxwazê ji hemî aliyan dikim ku bên pal pirojeya me ya niştîmanî ji bo avedankirin û pêşxistina welatî bi rêya bikaranîna şiyanên tevaya dezgehên perwerdeyî û fêrkarî.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Hevhelwestbûna li ser giringî û berdewamiyaa warên xwandin û fêrkirinê me dike hêzeke xweragir. Niha jî derfeteke nû heye ji bo ku em rêzên xwe bikin yek, lewma erkê hikûmeta nû ye ku rûbirûyî qebxwaziyan bibe û bi yekrêzî serederiyê bi rewşa ewlehî û qebxwaziyên aborî re bike, li deverekê de ku di alozî û nearamiyê de ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir ku, Herêma Kurdistanê herdem bingeheke seqamgiriyê ye li devereke pirî nearamî û tevlihev, lewma tekez kir ku Herêma Kurdistanê wek her car faktereke aramî û seqamgiriyê li deverê dimîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa behsa wan destkefityan jî kir ên ku Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dest xistine, yek ji wan jî pirojeya Hejmara Min e ku heta nêzî 700 hezar fermanberên kertê giştî di vê pirojeyê de hatine tomarkirin. Herwesa pirojeya Ronahiyê ya karebê ku armanc jê dabînkirina kareba 24 seetî li seranserî Herêma Kurdistanê ye. Vê pirojeyê jî pêşkeftineke berçav bi dest xistiye, ji ber ku heta niha zêdetirî 50 hezar welatiyan feyde ji kareba 24 seetî wergirtiye. Herwesa pilan jî berdewam in û ev piroje Silêmanî û Dihokê jî vedigire.
Mesrûr Barzanî tekez li ser giringiya kertê çandinê jî kir, pabendiya hikûmetê jî li ser wan bizavan tekez kir ên ku armanca wan ew e ku Kurdistan li Rojhilata Navnî bibe çavkaniya xwerakî, lewma daxwaza ji derçûyan kir ku bi rêya dahênanan û zêdekirina berhemî tevlî bicihanîna wê armancê bibin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa daxwaz ji derçûyan kir ku girêdayî Kurdistanê bin û tevlî avakirina civakeke bihêz û hevgirtî bibin. Soz jî da ku piştevaniya hemî pêşengiyên dahênerane bike ku pêşkêş dikin, vêca çi li dezgehên hikûmetê be an jî li kertê taybet. Eşkere jî kir ku, hez û bawerîbixwebûn ji bo bidestxitina destkeftiyan kilîlên serkeftinê ne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya daybabên xwendekaran jî kir ku bizaveke giranbiha û binirx pêxemetî zarokên xwe kiriye, lewma îro roja rêzgirtina li wan û bizava wan e. Li dawiyê jî daxwaz ji derçûyan kir ku bi bawerî ve ber bi paşerojê ve pêngavan biavêjin.