Mesrûr Barzanî bo derçûyên zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê: Ez pîrozbahiyê li we dikim û çîroka we ji vê derê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Di her gereke derçûnê de, ciwanên behremend û şiyar ji bo bidestxistina xewnên xwe û xizmetkirina niştîmanê xwe dest bi qonaxeke nû dikin.”
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êvara îro (Pêncşem, 24.10.2024) ahenga derçûnê ya xwendekarên Zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê hat kirin.
Piştî ahengê jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Ez pîrozbahiyê li derçûyên zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê dikim, çîroka we ji vê derê dest pê dike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Di her gereke derçûnê de, ciwanên behremend û şiyar ji bo bidestxistina xewnên xwe û xizmetkirina niştîmanê xwe dest bi qonaxeke nû dikin.”

 
Fly Erbil Advertisment