Segvan Sindî: Bi hêsanî deng li ser pirojeqanûna xizmet û xanenişîna Heşda Şebî nayê dan
Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê xişteyê karnameya rûniştina xwe ya heftiya bê parve dike, ku tê de xwandin ji bo hejmareke pirojeqanûnan tê kirin û ji bo hejmarekê jî dengdan tê kirin, yek ji wan pirojeqanûnan jî girêdayî xizmet û xanenişîna çekdarên Heşda Şebî ye. Cîgirê Duyê yê Serokê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Îraqê jî Amajeyê dide, “Derbazkirina vê pirojeqanûnê hêsan nîne.”
Civata Nûnerên Îraqê îro (Pêncşem, 24.10.2024) xişteyê karnameya rûniştina heftiya bê parve dike, ku tê de xwandin ji bo hejmareke pirojeqanûnan tê kirin û ji bo hejmarekê jî dengdan tê kirin, pirojeqanûna xizmet û xanenişîna çekdarên Heşda Şebî, ku ji aliyê Lijneya Ewlehî û Bergirî, Qanûnî, Darayî, Şehîdan û Qurbaniyan û Zindaniyên Siyasî ve hatiye amadekirin, yek ji wan pirojeyan e yên ku biryar e deng li ser bê dan.
Cîgirê Duyê yê Serokê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Îraqê Segvan Sindî taybet ji malpera K24ê re got, “Pirojeqanûna xizmet û xanenişîna çekdarên Heşda Şebî taybet e.”
Segvan Sindî amaje jî da, “Ev serpişkî girêdayî Heşda Şebî ye û artêşa Îraqê û hêzên din ên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Navxwe venagire, ji ber ku Heşda Şebî xwediya avahiyê xwe yê taybet e û bi temamî ji artêş û hêzên din ên ewlehiyê hatiye cudakirin.”
Navbirî ron jî kir ku, gelek bizav kirine ku danûstansin li ser pirsa xanenişînên hêza Pêşmerge li Civata Nûnerên Îraqê bê kirin û wekî pirojeqanûn bê pêşkêşkirin û deng li ser bê dan, lê ew bizav bê encamp bûn, sedema wê jî ji bo hikûmeta û Civata Nûnerên Îraqê vedigere ji ber ku wan karekî bi vî awayî merem nîne.
Cîgirê Duyê yê Serokê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Pirojeqanûna xizmet û xanenişîna çekdarên Heşda Şebî bi hêsanî li Civata Nûnerên Îraqê derbaz nabe ji ber ku hejmareke endamên Kurd û hejmareke endamên Sune pê re nînin û dengê xwe nadin wê.”
Ji aliyekî din ve çavkaniyekê ji Civata Nûnerên Îraqê got, “Hêz û firaksiyona Şîeyan di nav xwe de li ser avahî, post, paye û mana Serokê Desteya Şebî arêşe hene, lewma ji ber hevrikiyên wan yên navxweyî derbazkirina wê pirojeqanûnê hêsan nîne.”