Balafirxaneya Hewlêrê bo K24ê: Ti biryarek bo rawestandina geştên Îranê negehiştiye me
Navenda Nûçeyan (K24) – Di demekê de ku Çavkaniyekê ji Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji Kurdistan24ê re ragihand ku heta niha ti biryarek li ser rawestandina geştan ligel Îranê negehiştiye wan, li gorî agahiyên piştrastkirî yên Kurdistan24ê ji aliyê Bexdayê ve, Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ji ber cezayên Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê biryar daye ku ji seet 12:00 ê îşev ve rêyê nede geştkirina ti balafireka Îranî li hemî balafirxaneyên Îraqê.
Çavkaniyekê ji Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê îro sêşemê, 22ê Îlona 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Heta niha ti biryarek bo rawestandina geştan ligel Îranê bo me nehatiye.”
Gotinên vê çavkaniyê di demekê de ne ku her îro Sêşemê, Kurdistan24ê ji Wezareta Veguhastinê ya Îraqê û Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê agahiyên piştrastkirî wergirtine ku ji ber cezayên Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê li ser kompaniyên geştên asmanî yên Îranî, Wezareta Veguhastinê ya Îraqê biryar daye ji demjimêr 12:00 ê îşev pê ve rêyê nede geştkirina ti balafireka Îranî.
Li gorî agahiyên taybet ên Kurdistan24ê, du kompaniyên sereke ku berpirsiyariya rêkxistina geştên asmanî û xizmetkariyên lojistîk li ser milê wan e, îro bi awayekê fermî îdareya Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê hişyar kiriye ku nikarin ti xizmetkariyan bo balafirên Îranî dabîn bikin, ev jî bûye sedema lengbûn û rawestandina tam a geştên Îranê.
Ev biryar hemî balafirxaneyên seranserî Îraqê vedigre û di çarçoveya rêkarên nû de bi ti awayekî rê nayê dan ku balafirên Îranî di demên ji nişkê ve an gelek pêdivî de jî li ti balafirxaneyeka Îraqê dadin.
Ev helwesta Bexdayê piştî daxuyaniyên Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di kanalê "CNBC" de tê, ku di nav de eşkera kiribû ku îdareya Donald Trump di çarçoveya zextên xwe yên berdewam li ser Tehranê de, ji roja 23ê Îlonê pê ve hemî kompaniyên balafirvaniyê yên Îranê li seranserê cîhanê ji kar dixe.