Îraqê asmanê xwe li ber balafirên Îranê daxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî wan agahiyên ku bi dest Kurdistan24ê ketine, Wezareta Veguhastinê ya Îraqê biryareka tund derxistiye ku li gorî wê, ne tenê geştên asmanî yên asayî, belku di rewşên ji nişkê û gelek pêdivî de jî rê li ber dadana ti balafireka Îranî li hemî balafirxaneyên Îraqê nayê dan.

Kanalê Kurdistan24 ji çavkaniyên berpirs û bilind li Wezareta Veguhastinê ya Îraqê û Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê agahiyên piştrastkirî bi dest xistine, ku ji ber cezayên Wezareta Gencîneyê ya Emerîkayê li ser kompaniyên geştên asmanî yên Îranê, Wezareta Veguhastinê ya Îraqê biryar daye ku ji seet 12:00 ê îşev ve rêyê bi geşta ti balafireka Îranî nede.

Li gorî agahiyên taybet ên Kurdistan24ê, du kompaniyên sereke ku berpirsiyariya rêkxistina geştên asmanî û xizmetkariyên lojistîk li ser milê wan e, îro bi awayekê fermî îdareya Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê hişyar kiriye ku nikarin ti xizmetkariyan bo balafirên Îranî dabîn bikin, ev jî bûye sedema lengbûn û rawestandina tam a geştên Îranê.

Ev biryar hemî balafirxaneyên seranserî Îraqê vedigre û di çarçoveya rêkarên nû de bi ti awayekî rê nayê dan ku balafirên Îranî di demên ji nişkê ve an gelek pêdivî de jî li ti balafirxaneyeka Îraqê dadin.

Ev helwesta Bexdayê piştî daxuyaniyên Wezîrê Gencîneyê yê Emerîkayê Scott Bessent di kanalê "CNBC" de tê, ku di nav de eşkera kiribû ku îdareya Donald Trump di çarçoveya zextên xwe yên berdewam li ser Tehranê de, ji roja 23ê Îlonê pê ve hemî kompaniyên balafirvaniyê yên Îranê li seranserê cîhanê ji kar dixe.