AK Partî: Tirkiye bêyî aliyê sêyê pirsa Kurdan çareser dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Fraksiyona AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku welatê wî bi mîkanîzmên xwe yên navxweyî pirsa Kurdan çareser dike û pêdivîtî bi ti çavdêr û aliyekê sêyê nîne, eşkera jî kir ku desteyeka çavdêriyê di nav parlamentoyê de bo proseya aştiyê tê ava kirin.

Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li Parlamentoya Tirkiyeyê Abdulhamit Gul îro Sêşemê, 22ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de bo rojnameyeka Tirkiyî ragihand ku biryar e li Parlamentoya Tirkiyeyê bo çavdêrikirina proseya aştiyê "Desteya Çavdêriyê" bête damezrandin. 

Abdulhamit Gul ron jî kir ku ev deste ji aliyekî ve bi navê gel çavdêriya rewşê dike û agahiyan kom dike, ji aliyê din ve jî pêşniyarên nû pêşkêş dike û di demên pêdivî de daxwaza derxistina qanûnên nû dike.

Cîgirê Serokê Fraksiyona AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê behsa wê yekê jî kir ku di demeke nêzîk de çaverêya gavên kiryarkî tê kirin û hemî hêzên ewlehî û hewalgirî jî bi hestyarî û çavvekirineka zêde ve berdewamiyê didine erk û karên xwe.

Di pareka din a axaftina xwe de, Abdulhamit Gul bal kişand ser pirsa destûrê Tirkiyeyê û amaje da ku niha erkekê mezin li ber singê parlamentoya Tirkiyeyê heye, ku ew jî danana û nivîsîna destûrekê nû ye, tevî pesendkirina qanûna çarçoveyî bi dengê 467 perlemanteran, hêviyeka mezin bo peydakirina destûrekê nû li welatî çê kiriye.

Ev jî di demekê de ye ku tevî daxuyaniyên erênî yên berpirsên AK Partiyê, dewleta Trikiyeyê heta niha di destûr û qanûnên xwe yên fermî de îtîraf bi zimanê Kurdî nekiriye û ew wekî zimanekê fermî nedaye nasandin. 

Her wiha di warê perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîna wî di saziyên dewletê de jî astengiyên qanûnî berdewam in, ku ev yek jî dibe sedem ku nîqaşên li ser mafên zimanî di navbera aliyên siyasî de berdewam bimînin.