Leyla Zana piştevaniya piroseya nû ya aştiyê dike

Leyla Zana
Leyla Zana

Navenda Nûçeyan (K24) - Kesatiya siyasî ya Bakurê Kurdistanê Leyla Zana di peyamekê de piştevaniya xwe ji bo destpêkirina piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragehand.

Piştî gaziya Serokê Partiya Tevgera Neteweperist (MHP) Dewlet Baxçelî û serdana birazayê Serokê PKKê û Perelemanterê Dem Partiyê Omer Ocalan ji bo cem Serokê PKKê Ebdila Ocalan li Îmraliyê, Leyla Zana peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir.

Leyla Zana wekî amajedan ji bo piroseya nû ya aştiyê ragehand, “Çirîska hêviyê ji bo hemî wan kesên ku giriftarî şer û hevrikiyan bûne derkeft. Silav li wan kesên ku li benda aştiyê ne.”

Leyla Zana di peyama xwe de ji bo bizavên destpêkirina piroseya aştiyê piştevaniya xwe diyar kiriye û amaje daye, “Em anku ew kesên ku têniyên aştiyê ne, em piştevaniya wan kesan dikin ên ku bizavê dikin van pêşhatan ji bo çareyeke demokrasî li ser astê qanûnî û siyasî biguherin.”

Leyla Zana herwesa di dawiya peyama xwe de nivîsiye, “Ên ku tovê aştiyê li Rojhilata Navîn diçînin pêdivî ye bizanin; em dê li ser piştevanîkirina wan berdewam bibin. Ev mijar bingehîn û kûr û dîrokî ye, em hemî li beranberî berpirsyarîtiyeke dîrokî û kûr û cidî ne ji bo bidawîanîna vî şerî, ku bi kêmî ve ev sed sal in berdewam e. Tovê aştiyê ku me berî bi dehan salan çandiye, bila berhemdar be, paşeroja me azad be.”

Serokê Partiya Tevgera Neteweperist (MHP) Dewlet Baxçelî li roja 22ê vê mehê ragehand, “Pêdivî ye Rêberê PKKê yê zindankirî Ebdila Ocalan li Perlemana Tirkiyeyê amade bibe û peyama danana çekî rabigehîne.”

Vê gotina Dewlet Baxçelî medyayên Tirkiyeyê dagir kirin, hin kes wesa difikirin ku ji bo Tirkiyeyê qonaxeke nû ye, hin kesên din jî dibêjin, “Ji bo meremên siyasî ye.”

Li destpêka piroseya aştiyê li Tirkiyeyê şandek ji perlemanterên HDPê, ku wekî Şanda Îmraliyê dihat nasîn, çend caran çû cem Ocalan. Ji bilî gehandina peyama PKKê ji bo Îmraliyê, di eynî demê de çend nameyên Ocalan jî li ser piroseya aştiyê gehandin Qendîlî, lê li roja 05ê Nîsana 2015ê ew derî li ber Şanda Îmraliyê hat daxistin û paştir jî piroseya aştiyê bi ser nekeft.

Abdulla Ocalan li roja 15ê Şibata 1999ê di operasyoneke hewalgirî de li Kînyayê hat desteserkirin û bi balafireke taybet a Tirkiyeyê ji bo Enqereyê hat veguhastin û li girava Îmraliyê hat zindankirin.
Li dû medyayên PKKê, heta niha parêzerên Ocalan 768 caran daxwaza dîtina Ocalan kiriye lê daxwaza wan hatiye redkirin.