PKKê berpirsyarîtiya xwe li ser êrîşa Enqereyê ragehand
Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Parastina Gel a girêdayî HPGê eşkere dike ku, êrîşa roja 23ê vê mehê ya Enqereyê ji aliyê komekê ve hatiye kirin, bi navê Tabûrê Nemioran.
Navenda Parastina Gel a girêdayî HPGê îro (În, 25.10.2024) di ragehandinekê de eşkere dike, êrîşa roja 23ê vê mehê ya Enqereyê, ku di encamê de 5 kes hatin kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûn, ji aliyê komekê ve hatiye kirin bi navê Tabûrê Nemioran.
Li dû ajansa fermî ya PKKê, ew kiryar ji aliyê du çekdarên girêdayî HPGê ve hatiye kirin, bi navên Asya Elî û Rojgar Hêlîn.
HPG herwesa dibêje, “Sedema armanckirina TUSAŞê ji bo wê yekê vedigere ku, ew sezgeh çek û teqemeniyan çê dike û zarok û malbatên Kurd ji ber brhemên wê dezgehê canê xwe didin.”