Behînameyek ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo wexera dawiyê ya zimannas û nivîser û şarezaya ziman û edebiyata Kurdî û damezrînera Enstîtyota Kurd li Parîsê Profesor Joyce Blau, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Behînameyekê arasteyî binemal û kesûkar û dost û nasên wê dike.
Ev jî tekista behînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:
Ji bo wexera dawiyê ya zimannas û nivîser û şarezaya ziman û edebiyata Kurdî û damezrînerê Enstîtyota Kurd li Parîsê Profesor Joyce Blau, ez ji dil serexweşiyê li binemal û kesûkar û dost û nasên wê dikim.
Xanim Joyce Blau dosteke dilsoz a gelê Kurdistanê bû, ku bi rêya berhem û lêkolîn û çapkiriyên xwe xizmeteke zêdxe ji bo ziman û edebiyat û çanda Kurdî kiriye. Xudayê mezin canê wê bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bi hemiyan bide.

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 
Fly Erbil Advertisment