Îsraîlê êrîşî Îranê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê îro berbangê zincîre êrîşên asmanî li ser Îranê pêk anîn û dengê teqînan li Tehranê, Paytexta Îranê hat bihîstin, lê ti agahî derbarê ziyan û ziyanan nehatin ragihandin.

Piştî 4 demjimêran ji destpêkirina operasyona ku Îsraîlê navê “Rojên Bersivdanê” lê kiriye, artêşa Îsraîlê ragihand, wan êrîşa li dijî armancên leşkerî yên li Îranê temam kiriye û hemû firokeyên wê yên ku êrîş li ser Îranê pêk anîne, bi saxî vegeriyan baregehên xwe û operasyonê hemû armancên xwe pêk anîne.

Berdevkê artêşa Îsraîlî Daniel Hegarî ragehand, ev êrîş bi raspardeya li ser asta siyasî weke bersivekê li hember êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîl û welatiyên wê hatiye pêkanîn.

Rayedarekî payebilind yê Amerîkî jî got, bersiva Îsraîlê ya li ser Îranê bi dawî bûye û ji Tehranê xwest ku bersivê nede û tundiyê neke û tekez kir: “Eger Îran biryara bersivdayînê bide, em ê Îsraîlê biparêzin û dê encamên xirab hebin.”

Herwiha got jî, divê ev yek bibe dawîya pevguhertina êrîşên rasterast ên di navbera Îsraîl û Îranê de.

Êrîşa Îsraîlê li ser Tehranê îro demjimêr 2:00  dest pê kir û berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hegarî destpêkirina êrîşeke hûr û armanckirî li ser Îranê ragihand.

Malpera “Axios” a Amerîkî li ser zarê berpirsên Îsraîlî û Amerîkî belav kir, Îsraîlê bi sê pêlên êrîşan Îran kiriye armanc û yekem pêlên wan êrîşan jî sîstema berevaniya asmanî ya Îranê bû.

Piştî 4 demjimêran ji êrîşê, Îsraîlê bidawîhatina êrîşa li ser Îranê ragihand, ku tê de bi sedan firokeyên şerker beşdar bûn. “The New York Times” jî ji zarê berpirsên Îsraîlî ragihand, Îsraîlê li nêzîkî 20 armancên li Îranê daye.

Ev êrîşa Îrsraîlê piştî wê tê, Roja 1ê Cotmehê Tehranê ragihandibû, wan zêdetirî 180 mûşek avêtin Îsraîlê û sê baregehên asmanî yên Îsraîlê kiribûn armanc, wek bersivekê li ser kuştin rêberê Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê.