Ozçelîk: Doza kurdî ne tenê pirsa PKK û Ocalan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustefa Ozçelîk li ser pêşhatên dawî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê radigihîne, “Divê dewleta Tirkiyeyê hemû aliyên Kurdan wek muxateb bibîne. Ev pirsa miletekî ye û ne tenê pirsa PKK û Ocalan e.”
Ozçelîk ji K24ê re ragihand, “Sed sal in dewleta Tirkiyeyê xwastiye miletê Kurd tune û înkar bike û doza kurdî ya rewa nehêle, di vê çarçoveyê de jî gelek komkujî, jenosayd û wêranî çêbûne, lê dewleta Tirkiyeyê bi vê yekê biser neket. Ev doz ne bi rêxistinekê dest pê bûye. Divê dewleta Tirkiyeyê bizanebe ku divê hemû aliyên Kurdan wek muxateb bên dîtin. Ev pirsa miletekî ye û ne tenê pirsa PKK û Ocalan e.”
Herwiha got: “Divê berî her tiştî şer were rawestandin û divê Tirkiye êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê neke û wêranî çênebe.”
Amaje bi wê jî kir: “Di sala 2013an de, dema pêvajo dest pê kir, di du salan de pêşketinêm baş di xebata sivîl û siyasî de çêbû. Wê demê dewleta Tirkiyeyê ji vê yekê tirsiya ji ber wê dest şer kir û siyaseteke nû da ber xwe û PKKê jî bi şerê xendeqan jê re rê xweş kir.”
Serokê Giştî yê PWKê destnîşan kir: “Tirkiye îro dibîne ku dibe ku bi şerê di navbera Îsraîl, Hemas, Hizbullah û Îranê de, guhartinên mezin li Rojhilata Navîn çêbibin, ev yek jî dê bandoreke mezin li Rojavayê Kurdistanê çêbike.”
Herwiha got jî: “Îro tê dîtin ku planek bi erêkirina Bahçelî, Erdogan, MÎT û dewleta kûr heye. Li hember vê divê nûnerên kurdan, partiyên siyasî û saziyên sivîl û kesayetiyên kurdî li ser bernameyeke bilez lihev bikin, wek hebûna miletê kurd were qebûlkirin, kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, qedexeyên li ser navê Kurdistanê bên rakirin û azadiya ramanî çêbibe. Ev ne pirsa partiyekê ye, ev pirsa miletekî ye.”
Ozçelîk tekezî li ser wê yekê kir: “Helbet pirsa danîna çekan dê bi PKKê re bibe, lê ji bo çareserkirina pirsa kurdî divê bi hemû aliyên kurdî re be. Eger em kurd yekgirtî bin, em ê bikarin vê pirsê çareser bikin.”
Li ser peyama Abdulla Ocalan a dayîna çekan û helwesta PKKê, Ozçelîk got: “Helwesta PKKê nayê zanîn, lê KCK bi Ocalan re ye. Divê em bizanin Tirkiye ne ji bo çareserkirina pirsa kurd vê planê dike, lê ji bo ku guhartinên ku dê li Rojhilata Navîn çêbibin bandoreke mezin lê neke, dike.”
Serokê Giştî yê PWKê tekez kir, “Divê şer rawest e, bi rawestandina şer re, Rojava û Başûrê Kurdistanê dê rihet bibe û li Bakurê Kurdistanê jî dê riya çareseriya siyasî, sivîl û demokratîk dest pê bibe.”