Ebdî: Eger êrişên Tirkiyeyê berdewam bikin, emê asta bersivdayînê xurttir bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, “Eger êrişên Tirkiyeyê bi vî rengî berdewam bikin, emê neçar bin asta xwe ya bersivdayînê ji berê xurttir bikin.”
Ebdî derbarê êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand, “Ev 4 roj in dewleta Tirkiyeyê bi şêwazekî hovane û ne rewa bê sedem êrişrên xwe li ser herêmên me didomîne. Di êrişan de binesaziyên herêmê, saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl û yên xizmetguzarî dike armanc.”
Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir, di encama van êrişan de 17 kes hatine kuştin ku ji wan 15 kes sivîl in û 48 kes jî birîndar bûne, ji nava wan 9 ji hêzên ewlehiyê ne.
Amaje bi wê jî kir, “Armanca sereke ya dewleta Tirkiyeyê ji van êrişan ew e, Rêveberiya Xweser têk bibe, statuya herêma me lawaz bike û gelê me neçarî koçberiyê bike.”
Ebdî îdiayên Tirkiyeyê yên dibêjin ku êrîşa li dijî navenda TUSAŞʹê ya li Enqereyê ji aliyê hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye kirin derewandin û got: “Ez dikarim tekez bikim ku tu têkiliya hêzên me bi vê çalakiyê re nîne û ne jî ti çalakvan ji xaka Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne û ne jî dewleta Tirkiyeyê dikare vê yekê îsbat bike.”
Fermandarên Giştî yê HSDˈê diyar kir, eger êrişên Tirkiyeyê dewam bikin, ew ê asta bersivdayînê xurttir bikin û got: “Eger ev êriş bi vî rengî berdewam bikin, em ê neçar bin asta xwe ya bersivdayînê ji berê xurtir bikin.”