Erdogan: Em ê Tirkiyeke ku teror û tundî lê tunebe ava bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ewê hemû derfetên xwe bikar bînin ku teror û tundiyê li Tirkiyeyê nehêlin û Tirkiyeke wiha ava bikin ku bi sedan sal Kurd û Tirk bi hev re bijîn.

Erdogan duhî 26ê Cotmehê beşdarî merasima radestkirina kilîtên 130 hezar avahiyan de ragihand, dê heta dawiya 2025an radestkirina 452 hezar û 958 xanî, kargeh û tewleyan biqedînin, bi awayekî ku li herêma erdhejê ti xwedanmaf bê xanî nemîne.

Serokomarê Tirkiyeyê got: “Ne teror û xizmetkarên emperyalîzmê, nejî dewletên terorê ku navçeya me xistine nava agir, nikarin armanca me ya sedsala Tirkiyê têkbidin. Tirkiye dewleteke mezin e. Em hestiyar tevdigerin û wiha biryar didin. Emê hemû derfetên xwe bikar bînin û Tirkiye ku tê de teror û tundî nebe, lê aramî, demokrasî û biratî hebe, ava bikin.”

Herwiha got: “Li ser vê axê, hê bi sedan salan Tirk, Kurd, Ereb, Elewî û Sunne, bê cudahiyê heştê pênc milyon di nava biratiyê de bijîn. Yekîtiya me li jor hemû xiyanet û hewlên têkdanê ye. Rêxistinên terorê nagihin armanca xwe. Nikarin, eniya me ya navxweyî bihejînin, cudahî bixin navbera me û biratiya me têk bidin.”

Ev daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê piştî wê tê, niha pêvajoyek wek pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê dest pê kiriye û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku hevpeymana AK Partî û desthilatê ye, bang kir ku bila Abdullah bê li bin banê parlementoyê hilweşandina PKK’ê ragihîne.