Li Sûriyeyê êrîşî bingeheke hêzên Amerîkayê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyayên Sûriyeyê ragehand, “Êvara roja Yekşemê, 27.10.2024, bi dronan êrîşî ser bingeheke serbazî ya hêzên Amerîkayê li El-Tenfa Sûriyeyê hat kirin.
Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku, “Bi dronan êrîşî ser xaleke sîxuriyê li kempeke meşq û rahênanan li nav bingeha serbazî ya Amerîkayê li El-Tenfê hat kirin.”
Medyayên din jî ragehandiye, “Dengê teqînê li bingeha Amerîkayî li nav zeviya petrolê ya Omer li Sûriyeyê hatiye bihîstin.”
Navber navber li çend bajarên Sûriyeyê dengê teqînê tê bihîstin û êrîşî bingehên hêzên Amerîkayê li nêzî sinorê Îraqê tê kirin.