Serok Barzanî û Balyozê Swîsrayê danûstandinan li ser rewşa Îraq û deverê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Swîsrayê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê dike.
Serok Barzanî îro (îro (Duşem, 28.10.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê nû yê Swîsrayê li Îraqê Daniel Hun kir.
Baregayê Barzanî ragehandinek parve kiriye ku tê de hatiye, “Di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî vekirina Balyozxaneya Swîsrayê li Bexdayê û destpêkirina karî li Balyozê nû yê Swîsrayê li Îraqê pîroz kirin û daxwaza serkeftinê jê re kir, ragehand jî, gelê Kurdistanê rêzeke taybet ji bo gel û Hikûmeta Swîsrayê heye, herwesa Serok Barzanî hêvî jî kir ku peywendiyên her du aliyan di warên cuda cuda de, xasma jî di warên jêrxaneya aborî û tendirustî de berfireh bibin.”
Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Swîsrayê li Îraqê rêz ji bo rolê dîrokî yê Serok Barzanî di piroseya siyasî ya Îraqê û Kurdistanê de diyar kir, herwesa serkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê pîroz kir û dilxweşiya xwe jî ji bo birêveçûna hilbijartinan di rewşeke tena û aştiyane de ragehand û wekî serkeftineke mezin ji bo gelê Kurdistanê û demokrasiyê hesiband.
Her li ser hilbijartiên Perlemana Kurdisatnê, Serok Barzanî fezlê tenahî û birêveçûna serkeftiyane ya wê piroseyê ji bo gelê Kurdistanê vegerand û kurtiyek jî li ser pêngavên qanûnî yên piştî piroseya hilbijartinan behs kir.
Rewşa siyasî ya Îraq û deverê û dawî pêşhatên li ser astê deverê jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.